ManşêtNûçe

Recaî Feyid: Azadiya Ocalan daxwazeke erebî ye jî

Endamê Komîteya Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirî û Endamê Meclisa Karûbarên Derve yê Misirê Recaî Feyid got: “Bi dramaya dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan re, ez û hevalê xwe yê endezyar Ehmed Behadîn Şaban  (serokê Partiya Sosyalîst a Misirê) me dît ku divê pirtûkek girêdayî azarên gelê Kurd ên li hemberî dewleta Tirk a faşîst û têkoşîna wî ji bo ku mafên xwe yên rewa bi dest bixe, amade bibe. Pirtûk jî ev e `Ocalan serok û doz`.”

Feyid ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku piştî du salan li ser çapkirina vê pirtûkê, pêwîstî hebû ku ev pirtûk careke din were xwendin û ji nû ve were çapkirin û wiha domand: “Çendîn gardiyan bi israr be ku girtî serbest ber nede, navê wî girtiyî her ku diçe geştir dibe. Gardiyan ji bîr dike ku ev girtî di rastiyê de ne girtî ye lê belê girtîgeh veguherandiye fikr û felsefeya ku bindestên li ser rûyê erdê lê digerin ji bo ku xwe ji zulmê xilas bikin. Deriyên zindanê, nikarîn rê li pêşiya vî fikirî bigirin. Ew bi serket û ji çarçoveya teorî ber bi pêkanîna li ser erdê ve guherand. Xewn bû rastiyeke xweş. Lewra ev pirtûk ji nû ve li Rojava çap bû û Weşanxaneya Nefertîtî ya li Qahîreyê careke din çap kir.”

Feyid bal kişand ser zêdebûna timayên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên din li Bakurê Sûriyê, Lîbya û gaza Deryayê Spî û wiha domand: “Ji ber xîtaba wê ya Osmaniya nû, bîranên bi êş ên dema dagirkirina osmanî ya li ser Misirê, anîn bîra me. Di gelek gotar û bernameyên Tik Show de behsa bêrîkirina Tirkiyê ji vegera Osmaniya nû re hatin kirin. Ev yek li ser Misir û herêmê xetere ye. Daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan di wan çalakiyan de hebû. Diviyabû ku ev çalakî veguherin xebateke sazûmankirî û komîteyek ji bo lidarxistina wan çalakiyan ava bibe, ji lew re ev komîte ava bû.”

Recaî Feyid piştrast kir ku fikira  komîteyê, bi diyalogên di navbera 4 rewşenbîrên misirî de dest pê kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Her çaran li hev kir ku navê komîteyê wiha be `Komîteya Misirê ya serbestberdana Abdullah Ocalan ‘. Civînên têkildarî rêbazên meşandina xebatan dest pê kirin. Ji bingeha ku girtina ev têkoşerê mezin di zindanên Tirkiyê re ji asta Misirê re ne guncew e û mezintirîn dewletên ereb li hemberî wê bêdeng bimîne, têkilî bi kesayetên siyasî û fikirî yên misirî der barê tevlêbûna wan ji komîteyê re û şîrovekirina armancên wê de, hatin danîn.

Serokê Navenda Lêkolînên kurdî eşkere kir ku armancên komîteyê cihê kêfxweşiya gelek aliyan bûn û wiha berdewam kir: “Ji ber wê hejmara kesên tev lê bûne zêde bûn. Heta ku asta sînorên Misirê derbas kir û li ser qada erebî deng veda. Ji endamên komîteyê re diyar bû ku azadiya birêz Abdullah Ocalan daxwazeke erebî ye jî (hemû di xem de şirîk in). Ji ber wê navê komîteyê li şûna misirî, bû ya erebî. Nexasim ku gelek komîteyên din ên cîhanê yên xwedî heman armancî (serbestberdana  Abdullah Ocalan) hene.”

Feyid destnîşan kir ku ji bo pêkanîna armancên yekgirtî yên komîteyên azadiya rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna koordîneyê, peywendî bi gelek komîteyên navneteweyî re hatin danîn.

Recaî Feyid bi bîr xist ku armanca herî berz a komîteyê ji bingeha ku fikirê dîlgirtina Abdullah Ocalan û propaxandeya serbestberdana wî, dest pê dike û wiha domand: “Ji lew re divê ev yek ji bo mijareke din were bikaranîn û balê bikişîne ser azarên gelê Kurd. Lewra endamên vê komîteyê xebitîn û hemû nivîsên erebî yên li ser doza Kurd ku çi gotar an jî pirtûk hemû kom kirin. Piştre li ser malperên tevna civakî belav kirin.”

Recaî Feyid di dawiyê de got: “Ji ber armanca hêja ya vê komîteyê, bi hezaran kesayetên navdêr ên Misir û welatên Ereban tev li komîteyê bûn û derî jî hîna vekiriye. Di salvegera 22`yan a dîlgirtina Abdullah Ocalan de û li gel ku desthilata Tirk nikare fikirê wî bigire, komîteyê daxuyaniya xwe ya damezrîner ragihand ku dê gelek gavan di vî warî de bavêje. Hemû hêvî dikin ku em bi hev re azadiya Abdullah Ocalan pîroz bikin.”

Back to top button