ÇalakîManşêt

PYD li Silêmaniyê civîneke girseyê li dar xist

Di nava rêzcivînên girseyî ku partiya me li dar dixe, nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê civînek li taxa” Qola Reîsî” li bajarê Silêmaniyê li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdên azadiyê, piştre endamê Meclida Giştî yê Partiya Yeîtiya Demokrat PYD “Ebdul Hadî Ehmed” li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û Rojava bi taybet axivî, her wiha pêşketinên dawî bi taybet piştî vekişandina Emerkîa ji Efxanistanê, û serdana şandeya Rêveberiya Xweser ji Mosko û Emerîkayê.

Paşê rêvebirê nûnerê PYDê “Xelîl Efrîn” bal kişand ser rewşa rêxistinî ya Kurdên Rojava li herêma Kurdistanê, û pêwîstiya gel bi xwe birêxistinkirinê ji bo pirsgirêkên li pêşiya wan derdikevin derbas bikin, û xwe bixwe birêve bibin.

Di dawiya civînê de, deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran vekirin da ku nêrîn û pêşînyarên wan guhdar bikin.

Back to top button