ManşêtNûçe

Efrîniyê ku xwest biçe mala xwe êşkence lê hate kirin

Çavkaniyek ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir çeteyên “Cebhe El-Şamiyê” bi serkêşiya çeteyê bi navê Ala Hesen Seqar, welatiyê bi navê Mihemed Osman Tobal (47) ji gundê Mamûla yê navçeya Reco revandin.

Li gorî agahiyan Mihemed Osman ji ber ku xwest biçe mala xwe ya li nêzî gundê Kefir Cenê ya bi ser Şerayê ve, ku ew mal niha di bin serweriya çeteyan de ye, çeteyan bi awayekî hovî îşkence lê kir.

Li gorî çavkaniyê, çeteyan welatiyê revandî birin girtîgeha veşartî ya li kampa Kefer Cenê û bi awayekî hove ew êşkence kirin.

Heman çavkanî diyar kir çeteyan gef li malbata welatiyê bi navê Mihemed Osman Tobal xwarine ku eger careke din behsa vegerandina mala xwe bike wê wî bikujin.

Back to top button