CivakManşêt

PYD ji bo Tekoşer Adil Mûrad Sersaxiyê li Navenda xwe danî

Weke ku tê zanîn di 18 Gulanê de li bajarê Kolin yê Elmanyayê Sekretêrê navendî yê partiya Niştîmanî Kurdî Tekoşer Adil Mûrad jiyana xwe ji dest dabû.
Îro li bajarê Qamişlo li navenda partiya Yekîtiya Demikrat PYD Merasîmê sersaxiyê ji bo Tekoşer Adil Mûrad hat lidarxistin.
Endamên Partiya Yekîtiya Demikrat PYD Telhet Yûnis,Hediya Elelî, Şehnaz Eltîbî, Sebah Cimha, Welîda Hesen, Şêxmûs Ehmed û Menal Mihemed di pêşwaziyê de hazir bûn.
Di merasîmê sersaxiyê de Şendeyek ji partiya komeleya Kurdistan û Rêveberiya xweser rêveber û endamên wê ji wan Hevserokê karê derveyê Ebdul Kerîm Omer, cigirê hevserokê karê derve Fener Elkihêt, Desteya parastinê Rêzan Gilo, Serokê Fidraliya Bakurê Sûriyayê Mensûr Elselûm, Seroka Desteya jin Emîna Omer, Hevseroka Diravî Remziya Mihemed, Hevserokê desteya dadê Ebdul Basit û Hevserokê desteya çandê Elyas Seydo ziyareta navenda PYD kirin û ser saxî ji wanre xwesrtin.
Her wiha hevseroka Desteya ciwanan Hemrîn Elî, hevseroka Ofîsa lêkolînê Meha Omo û şandeyek ji kongira star, Ola civakî, Pêwindiyên têkiliyên giştî TEV DEM û Meclisa Qamişlo serdana navenda PYD kirin û sersaxî ji wan re xwestin.
Merasîmê sersaxiyê berdewam dike.

Merasîmê sersaxiyê ji bo Tekoşer Adil Mûrad berdewame

Merasîmê sersaxiyê li navenda PYD berdewam dike, Şandeyek ji meclisa kantona Qamişlo serdana merasîmê Adil Mûrad kirin.
Hevseroka meclisa kantona Qamişlo Perwîn Yûsiv axivî û got: em sersaxiyê ji malbata tekoşer Adil Mûrad û partiya yekîtiya demikrat PYD ê re dixwazin, em bi saya xwîna şehîdan gihaştine vê astê û em soz didin ku em şobdarê riya şehîdan bin.
Her wiha seroka partiya pêşeroja kurdistanê Narîn Metînî serdana merasîmê sersaxiyê li navenda PYD kir.
Merasîm bi vî rengî hat bi dawî kirin.

 

Back to top button