ÇalakîManşêtPYD

PYD beşdarî çalakiya konvedanê li Sêmalka dibe

Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat duh tevlî çalakiya konvavedanê bû li deriyê Sêmalka, ji bo piştgiriya malbatên şehîdan, ên ku di kemîna Hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê şehîd ketin, û şermezar kirina îxaneta partiyê ji doza kurdî re.

Şandeya Partiya Yekîtiya Demokrat li qada deriyê Sêmalka kom bû ji bo berê xwe bidin çalakiya konvedanê ya di roja 8’emîn de, di nava berz kirina drûşmeyên ku daxwaza radestkirina laşên şehîdan dikin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destêkir, piştre hinek gotin hatin kirin, endama Meclisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Ahîn Elî” axivî, û tekez kir ku çalakiya konvedanê berdewam be heta radestkirina laşên şehîdan,  û vekişandina Demokratiya kurdistanê ji dijminatiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê.

Ahîn Elî destnîşan kir ku êdî berxwedan berdewam e heta rizgarkirina herêmên dagirkirî li bakur û rokjhilatê Sriya û bidawîbûna dagirkeriyê.

Her weha hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî tê de zelal kir ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi hemû hûrgiliyên têgeha xiyanetê kar dike di der barê hedefgirtina hêzên Gerîla li herêmên parastina rewa.

Kenan Berekat bang li hemû malbatên başûrê Kurdistanê kir ku li pêşiya siyaseta Demokratîk a Kurdistanê bisekinin.

Hêjayî gotinê ku çalakiya konvedanê wê berdewam be heta radestkirina Partiya Demokratîk a Kurdistanê laşên şehîdan ji  malbatên wan re.

Back to top button