ManşêtNûçe

Riyad Derar: Êrişên dewleta Tirk tenê ji bo berdewamkirina desthilata xwe ye

Têkildarî gefên Erdogan ên roja duşemê xwaribû, Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ANHA re axivî.

Erdogan di civîneke çapemeniyê li Enqereyê de gefên dijminane li herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

Riyad Derar da zanîn ku xebatên parastinê yên QSD’ê berdewam in û ji dema dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re nesekinîne û diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk ên li ser êrişên dawî yên li dijî xak û leşkerên wê lîstokek e da ku helwestan ji bo berjewendiyên xwe yên dijminane wergire, her wiha kaxizeke rewakirina sûc û kiryarên dagirkeriyê ye.

Derar wiha got: “Hêrsa dewleta Tirk a eşkere, bi taybet piştî serdanên ji New Yorkê û Moskovê re û kêmbûna piştevaniya gel ji AKP’ê re, digel hilweşîna aborî ku bandorê li jiyana rojane dike, gefan li hebûna partiya desthilat dixwe bi taybet bi nêzbûna hilbijartinên serokatî û parlamentoyê.”

Gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan piştî du rojan ji salvegera duyemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatin.

Riyad Derar wiha domand: “Dewleta Tirk ji ber windakirina kompasê bi berdewamî li diyalogek bi agir digere. Ew nizane berê xwe bi ku ve bike. Hewl dide vîna dewleta Tirk bi rêya şer û bêyî çareyên siyasî ferz bike. Bi taybet piştî tedbîrên tecrîdê yên Amerîkayê û fişarên Rûsyayê digel planên Pûtîn ên vegerandina Idlibê û rêya M4 di nêztirîn dem de. Ji ber ku şer ji bo berdewamiya li herêmê ye.”

Derar da zanîn ku rêbaza yekane ku dewleta Tirk dikare serweriyê li ser siyaseta xwe ya li herêmê û siyaseta hundirîn bike ew e ku eniyên nû yên şer werin vekirin ku hundirê Tirkiyê were mijûlkirin.

Derar eşkere kir ku “cezayên Amerîka bi bandor in û bandorê li aboriya dewleta Tirk û hilweşîna lîreya tirkî dike. Lê her tim çareyên zivirandinê yên Erdogan hene, hin caran ji biryarên dane xwe vedikişîne. Ev yek jî parçeyek ji lîstoka siyasî ye ku dê rojekê bigihêje lihevkirinekê ku dibe wê carê li ser hesabê gelê Tirkiyê be.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar di dawiyê de diyar kir ku dewleta Tirk cesaret nake herêmên din ên Sûriyê dagir bike û teqez kir ku tu peyman tune ne û tu erêkirin jî li ser vê mijarê tune ne.

Back to top button