DaxuyanîManşêt

Pîrozbahî bi boneya salvegera 47’an a damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Rêhevalên di Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de:

Şertên ku di sala 1975’an de daxwaza damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kirin, ji bo gelê Kurdistanê şert û mercên dîrokî bûn, ku hemû hêvî û daxwazên xwe winda kiribûn û bi damezrandina partiya we karîbû hêviyê li gelê Kurdistanê vegerîne di avakirina pêşerojeke nû de.

Rêhevalên di Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de:

Şert û mercên ku îro em tê re derbas dibin, weke şert û mercên gelê me yê ji 47 salê berê ye ku êrîşên li ser gelê Kurd zêde dibin, parçebûn serdest in,  di van şert û mercan de, em hêvîdar in ku partiya we wek her tim erka ku ji we re hatiye spartin, bi cih bîne, û hêviyên gelê me yên ji bo derbaskirina van şert û mercan bi awayekî serkeftî, ji ber ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe ve bi nêrîneke dûrbînane, ji bo kûrkirina hişmendiya mafên Kurdan û paşeroja wan kar kiriye, û di dema xebata xwe ya siyasî de xwediyê helwestên nerm û berpirsiyar bû û ji bo aramiya siyasî gelek xebitî, û hemahengiya di navbera hemû aliyên siyasî de da ku hemû xizmeta berjewendiyên gelê kurd bikin, û di vê rewşa krîtîk û pirsgirêkên li pêşberî gelê Kurd de, ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi hevgirtin, xebata hevpar û yekîtiyê heye.

Em wek hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bi navê hemû endam û hevalên partiya xwe, bi boneya çil û heftemîn salvegera damezrandina partiya we; Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, pîrozbahiyê li hemû pêşengên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikin.

Bi vê boneyê  em serbilindiya xwe bi destkeftên mezin ku partiya we di heyama 47 salan de bi dest xistiye û bi parastina yekrêziya gelê xwe û dûrxistina wî ji her cure perçebûnê nîşan didin.

Di heman demê de em spasiya beşdariya çalak û erênî ya partiya we dikin ji bo pêşketina gelê Kurd, û derxistina wî ji belayê û ji bo îradeya wî ya ji bo bidestxistina berjewndiyên neteweyî yên berfireh.

Em careke din pîrozbahiyê li we dikin û hêviya berdewamiya pêşketin û serkeftinên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dixwazin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

1/6/2022

Back to top button