ÇalakîManşêtNûçePYD

PYD civînek ji Malbatên Şehîdan re li Helebê li dar xist

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Eyşe Hiso” îro, civînek ji Malbatên Şehîdan re li taxa Şêx Meqsd a Helebê li dar xist.

Di civînê de li ser geşdanên dawî û bûyerên ku li herêmê û cîhanê çêdibe hat behs kirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre “Eyşe Hiso” li ser şer û nakûkiyên ku di cîhanê de çêdibe axivî, ya ku rêber Apo li ser tekez kiriye ” ew e şerê cîhanê yê sêyemîn û wê tu şerê Kilasîkî tune be.”

Eyşe hiso îşaret kir ku di siya gefên Tirkiyeyê û zêdekirina êrîşên wê û çeteyan bi balafiran, hikumeta Dad û Pêşveçûnê ya Tirkî hewil dide êrîşan bike di riya şerên taybet, wiha lê zêde kir: ev gef ne hatin sekinandin di siya windabûna muhasebekirina rastî ji “Erdogan” re.

Wiha dewam kir: Divê em asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin ji bo karibin serkeftinê bidest bixin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Eyşe Hiso” wiha gotinên xwe bi dawî kir: Em hêviya aramî, ewlehî û aştiyê dikin, her wiha deriyê diyalogê vekiriye ji tevahiya hêzan yên ku bi mafê hemwelatîbûnê û mafê qebûlkirina îradeya gelên demokratîk weke riyek ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê; bawerin.

   

Back to top button