DaxuyanîManşêt

Partiyên Yekîtiya Niştimanî êrîşên dewleta Tirk yên domdar şermezar dikin

Agrişker û hovîtiya faşîzma Tirk ji hêla hemî gelên cîhanê ve hatî nas kirin, bi taybet piştî ku rastiya xwe di kaosa dawî ya ku herêma Rojhilata Navîn tê re derbas dibe de xuya bû. Lê êşa mezin ew e êşa ku gelên ku bi vê faşîzmê re dijîn di hundirû Tirkiyeyê û derveyî wê.

Ji dema ku faşîzma Tirkiyeyê Efrîn û piştre Girêsipî û Serêkaniyê dagirkir tişta ku maye ji DAIŞ’ê bi xwe re anî piştî ew rêxistin kirin û perwerde kirin û bi navê cuda ew binavkirin, û ji ber tunebûna faşîzm û amûrên wê ji bo rêbazên herî hêsan yên exlaq û pîvanên mirovahiyê, ew dest ji kiryarên hovane berneda ji kuştin, revandin û dizî û talankirina mal û milkên giştî û yên taybet û derbasbûna di nakûkiyên di navbera hev de li ser kontrolê û deskeftiyan.

Piştî dagirkirina Girêsipî û Serêkaniyê dewleta Tirk du peyman ji bo agirbestê bi Emerîkayê û Rûsiyayê girêdan, û armanc ji wan ew e dûrpêçkirina faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê lê her du peyman tenê li ser kaxizan man, ku îşkenceya li ser sivîlan ne rawestiya li herêmên dagirkirî û derveyî wê, balafirên bê mirov yên Tirkiyeyê êrîşên xwe domandin û bi dehan sivîl hatin kuştin mîna ku li Kobanê li ser her sê jinan hat kirin, û kiryarên zext û zordariyê jî ne rawestiya bi armanca koçberkirinê û pêkanîna guhertina demorafîk, her wiha bombebaran ne hat sekinandin bi hemû awayên çekan li ser herêmên gel xetên agirbestê ji Şehbayê heta Rojhilata Serêkaniyê.

Tiştê dawî ku faşîzma Tirkiyeyê pêk tîne ew bombebarana domdar li herêma Zirgan û herêmên bakurê Til Temirê û Rojava û Başûrê Girêsipî bi armanca hilwşandina gundan û neçarkirina niştecihên wê li ser koçberkirinê tevî hebûna xalên çavdêriyê yên Rûsan û hikûmeta Sûriyeyê û ketina bi dehan qurbaniyan ji sivîlan li pêşiya çavên wan.

Em, di Partiyên Yekîtiya Niştomanî ya Kurd de, bang li Netewên Yekbûyê dikin ya ku Koalîsyona Navnetewî bi rêvedibe û temsîla aliyekî di agirbesta yekemîn bi Tirkiyeyê dike, û Rûsiya Federasyon ya ku ew aliyê di agirbesta duyemîne û xalên çavdêriyê li ser xalên ji hev cuda hene, ku gurevên ji hêla wan pêk bînin wekî du alî di peymana agirbestê ji rawestandina vê bombebarana domdar û binpêkirinên dermirovî ya ku Tirkiyeyê û çeteyên wê pêk tîne, her wiha em bang li gelê xwe dikin ji Ereb, Siriyan, Aşûr û Kurd ku bi axa û rûmeta xwe bigrin û armanca van binpêkirinan û armancên wê nas bikin. Wekî din em bang li hêzên siyasî û demokratîk li Sûriyayê û Bakur û Rojhilatê wê dikin û di cîhanê de ku em bê deng ne mînin ji aliyê binpêkirinên faşîzima Tirk û amûrên wê.

Partiyên Netewa Niştimanî ya Kurd

2020-9-7

Back to top button