ManşêtNûçe

Sebastian Kûrz: Erdogan tirkên li Ewropa ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne

Serokwezîrê Awusturya Sebastian Kurz serokê AKP’ê Erdogan bi tundî rexnekir û got, Erdogan tirkên li Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Serokwezîrê Awusturya Sebastian Kurz li dijî polîtîkayên Erdogan yên gefxwarina li Ewropa bi tundî rexne kir.

Sebastian Kûrz li ser hesabê xwe yê twitterê peyama ” Nabe ku YE rê bide, şantajên Erdogan û wiha got: Nabe ku YE li dijî şantajên Erdogan bêhelwest bimêne, ev rewşeke pir bi berpirsyariye.

Li dijî vê ez YE ku xwedî helwesteke bi biryardarî dixwazim.

Kûrz anî ziman ku Erdogan koçberan weke çekê li dijî wan bikar têne û ev tişt anî ziman: Di serê salê de Erdogan ji bo ku zextê bike koçber weke çek bikar anî.

Bang li koçberan kir ku berê xwe bidin Yunanîstanê, ev nêzîkatiyeke ji derveyî mirovahiyê ye.

Kûrz têkildarî polîtîkayên Tikriyê yên li Derya Spî û gefên li Yunanîstanê jî diyar kir ku divê YE li kêleka Yunanîstanê raweste.

Serokwezîrê Awusturya Sebastian Kurz eşkere kir ku Serokomarê Tirkiye Erdogan welatiyên tirk yên li Ewropa dimînin ji bo berjewendiyên xwe bikar têne û ev yek ji bi tundî şermezar kir.

Çavuşoglu ji ber gotina rastiyan bihêrs bû, wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu careke din ji bo parastinê Erdogan xwe avêt naverastê.

Çavuşoglu bi peyameke li ser twitta xwe ragihand ku ev gotinên Kruz nayên pejirandin û serokwezîrê Awusturalya bi nîjadperestî binav kir.

Back to top button