ManşêtNûçe

Partiyên Kurd: Bi yekîtiya neteweyî em dikarin bersivê bidin van êrîşan

Nûnerên partiyên Kurd ên ji Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojava di 19’emîn Kongreya KNK’ê de axivîn û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdane û li dijî vê yekê jî ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat Şahoz Hesen diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke mezin heye û destnîşan kir, Kurd bi yekîtiyê dikarin bersivê bidin vê yekê. Yek ji rêveberên YNK’ê Mele Bextiyar jî DYE û Rûsya kir hedef û polîtîkayên wan ên der barê Kurdan rexne kir. Ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd Zeynep Mûrad jî diyar kir, li dijî êrîşên dewleta Tirk pêwîstî bi helwesteke neteweyî heye.

HEVSEROKÊ PARTIYA YEKîTIYA DEMOKRAT HESEN: ÊRÎŞ LI DIJÎ KURDAN HEMÛYANE

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen ku ji Rojava beşdarî kongreya KNK’ê bû diyar kir, êrîşeke mezin li dijî Rojava heye û got, “Êrîşa li dijî Rojava êrîşeke girane. Dewleta Tirk a faşîst bi balafirên şer gelê me qetil dike, komkujiyan dike. Li gelemperiya Rojava rewş bi heman rengî ye. Hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo paşeroja xwe têdikoşin. Lewma gefên tên xwarin li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê ne. Lewma her kes li ber xwe dide. Plana heyî ya tinekirinê mezine.”

Şahoz Hesen destnîşan kir ku li dijî van êrîşên li hemberî destketiyên gel tên kirin ew dikarin bi berxwedaneke topyekûn bersivê bidin û got, “Ji ber ku ev êrîş ne tenê li dijî Rojava ne, li dijî Kurdan hemûyane. Lewma divê em helwesteke Kurdistanî nîşan bidin. Roj roja yekîtiya neteweyî ye. Divê em bibin yek û destketiyên gelê xwe biparêzin.”

BAXTIYAR: KURD AZADIYÊ DIXWAZIN

Ji rêveberên YNK’ê Mele Baxtiyar jî bal kişand ser polîtîkaya DYE û hêzên navneteweyî ya der barê Kurdan. Baxtiyar gotina ‘Me pere dan Kurdan’ a Serokê DYE’yê Donald Trump bi tundî rexne kir û got, “Kurd pereyan naxwazin, Kurd azadiyê dixwazin.” Baxtiyar got, “DYE û hêzên navneteweyî Şêx Mehmûd Berzencî, Komara Kurd a Mahabadê û Şoreşa Îlonê yên destpêka sedsala 20’an kirin qurbanê berjewendiyên xwe. Niha jî heman dîrok dubare dibe. DYE’yê xwe ji Rojava vekişand û Tirk vexwend. Li vê deverê mirovên sivîl hene û di êrîşan de yên tên kuştin mirovên sivîl in. Berpirsyarê vê yekê ne tenê dewleta Tirk e her wiha DYE û hêzên navneteweyî ye. Ev 8 sal in ji Rojava fîşekeke bi tenê jî li dijî leşkerên Tirk nehatiye teqandin. Erdogan û dewleta Tirk vê yekê ji xwe re dikin bahane.”

Baxtiyar diyar kir, dewleta Tirk bi biryardarî bi şer bersivê dide daxwaza Kurdan a ji bo aştiyê û got, “Kurd dixwazin bi dewleta Tirk re li hev bikin. Di vê mijarê de Birêz Ocalan û Celal Talabanî pir caran hewl dan. Lê belê dewleta Tirk bi komkujiyan bersivê dide. Dewlet Tirk çiqas komkujiyan bike jî wê nikaribe Kurdan tine bike. Çi dibe bila bibe wê Kurd bi ser bikevin, wê Erdogan têk biçe. Mîna lîderên din ên Tirkan.” Baxtiyar ji bo xwedîderketina li Rojava bang kir.

SADIQ: HESTA ME YA NETEWEYÎ GIHÎŞT ASTA HERÎ BILIND

Serokê Fraksiyona Goran a Parlamenta Iraqê Dr. Yûsif Mihemed Sadiq jî destnîşan kir ku hesta wan a neteweyî gihîştiye asta herî bilind û diyar kir ku ev yek jî bi saya şervanên YPG, YPJ û QSD’ê pêk hatiye.

Sadiq anî ziman ku şervanên YPG, YPJ û QSD bi lehengî li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin û got, “Vê berxwedanê kir ku Kurd careke din tevlî dîroka siyasî ya dinyayê bibin. Niha li çar parçeyên Kurdistanê dirûşmên ji bo pêşmerge û gerîla tên qîrîn. Yekîtiya gel afiriye. Hêvî dikim ku partiyên siyasî jî wê guh bidin vî dengî. Pêwîstiya me yaniha bi stratejiyeke neteweyî heye. Eger me beriya niha karîbûna yekîtiya xwe pêk bianiya wê li Kerkûk û Efrînê rewş ne bi vî rengî bûya. Eger em îro nebin yek em ê tevahiya Rojava ji dest bidin. Divê em dawî li vê yekê bînin.”

OMAR: ÇARESERIYA YEKANE EM IN

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê QSD’ê Dr. Abdulkerîm Omar jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdan e û got, “Tirkiyeyê destpêkê piştevaniya DAÎŞ’ê û komên Îslamî kir. Ji bo Kurd nebin xwedî statu çi destê Tirkiyeyê hat kir. Ji ber ku nekarî bi rêya van koman pêk bîne vê carê bi xwe dest bi komkujiyan kir. Destpêkê Efrîn dagir kir. Niha jî li Serêkaniyê komkujiyan dike. Bang li rêxistinên Kurdan dikim ku li dijî vê yekê bi lezgînî yekîtiya neteweyî pêk bînin. Şoreşa li Rojava şoreşeke pêşketî û civakî ye. Bi dîtina min jiyana bi hev re ya gelên li herêmê yekane çareserî ye.”

MÛÎNÎ: YEKÎTÎ WÊ ME AZAD BIKE

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî jî got, “Çareseriya Rojava çareseriya tevahiya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê partiyên Kurd hemû piştevaniya têkoşîna li Rojava bikin. Li kîjan qadê dibe bila bibe, divê her kes vê yekê bike. Êrîşên niha ji aliyê dewleta Tirk bên kirin jî konsepteke navneteweyî ye. Ev yek komplo ye. Armanca xwe têkbirina azadiya Kurdne. Armanca xwe tinekirina destketiyên Kurdane. Komplo tenê bi bersiveke di asta neteweyî de dikare bê têkbirin. Yekîtî û helwestên neteweyî dikarin me azad bikin.”

SALEH: DIVÊ EM ROJAVA BIPARÊZIN

Serokê Fraksiyona Tevgera Goran a Parlamenta Başûrê Kurdistanê Mihemed Saleh jî destnîşan kir, ku armanca dewleta Tirk tinekirina destketiyên Kurdane û got, “Sedema bingehîn a vê êrîşê û gefên tên xwarin bi vî rengî ye. Divê em hemû siyasî û îdeolojiyan deynin aliyekî û li dijî êrîşan bibin yek. Divê em Rojava biparêzin. Ji ber ku destketiyên Rojava destketiyên gelê me ye.”

‘PÊWÎSTIYA ME BI NÎŞANDAN HELWESTEKÊ HEYE’

Nûnerê PDPK-S’ê Dr. Selah Derwêş jî destnîşan kir, ku pêwîstî bi helwestekê heye û got, “Her kes qala yekîtiyê dike, lê belê ev bûye xeyal û naveroka wê hatiye valakirin. Bi dîtina min divê em yekîtiyê deynin aliyekî. Em ê piştre der barê wê biaxivin, nîqaş bikin. Bi rengekî lezgîn li dijî êrîşên li Rojava tên kirin divê partî û saziyên Kurdan hemû helwesteke hevpar nîşan bidin.”

Sekreterê Giştî yê Hizbî Komunîstî Îran Sazmanî Kurdistan-KOMALA Bîrahîm Alîzade jî destnîşan kir ku Rojava ji bo Kurdan hemûyan bûye hêvî û divê Kurd hemû li vê hêviyê bibin xwedî. Alîzade got, “Divê em hemû heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi destketiyên Rojava re bin.”

MÛRAD: DEMA AXAFTINÊ QEDIYA YE

Ji Tevgera Jinên Kurd Zeynep Mûrad jî destnîşan kir, ku ne dema axaftinê ye û divê li dijî êrîşên dewleta Tirk Kurd helwesteke xurt nîşan bidin.

 

 

 

Back to top button