ÇalakîManşêtNûçe

Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê der barê neteweya demokratîk de li Hesekê panêlek lidarxistin

Duh Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê der barê neteweya demokratîk û pratîkên wê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de panêleke diyalogê li Hesekê lidarxist.

Nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rêxistinên jinan beşdarî panelê bûn.

Panêl ji 3 mijaran pêk hat, a yekemîn li ser dewleta netewe, ya duyemîn li ser neteweya demokratîk û ya sêyemîn jî di netewa demokratîk de rola jinê bû.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku derketina pêşîn a dewleta netewe li Rojhilata Navîn piştî hilweşîna împeratoriyê bû, yek ji wan împeratoriya Osmanî bû.

Endamê rêvebera Komîteya Rêxistinê ya PYD’ê Emar Şemlan jî da zanîn ku dewleta netewe ji kapîtalîzma modernîte derketiye, ji ber wê jî Rêber APO projeya neteweya demokratîk derxist.

Rêvebera Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Hesekê Zehrîban Hisên jî anî ziman ku neteweya demokratîk li ser bingeha azadiya jinan hatiye avakirin.

Piştî nîqaşan panêl bi dawî bû.

 

Back to top button