ManşêtNûçe

Partiya me ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê li herêma Firatê beşdarî meşke girseyî bû

Duh şemiyê 24.12.2022, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî meşeke girseyî li herêma Firatê bû ji bo şermezarkirina komkujiya ku di 23/12/2022 li paytexta Fransa Parîsê hat kirin, dema kesekî nenas li navenda çandê ya (Ehmed Kaya) 3 rêhevalan gulebaran kirin û di encamê de şehîd ketin,

Meş ji Qada “Jina Azad” destpê kir li navenda bajarê Kobanî ber bi qada “Garajê” ve bi rê ket û li wir deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê sekinîn, piştre axaftin ji aliyê hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Firatê û Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk hate kirin.

Di axaftinan de xwe de hate bîr xist ku ev ne cara yekem e ku komkujiyek bi vî rengî li dijî gelê me yê têkoşer tê kirin, tevî vê yekê jî gel ji her êrîşeke dijwar re amade ye.

Her wiha hate diyar kir ku jin di her êrîş û armanckirina dagirkeriya Tirkiyê de dibin armanc ji ber ku ew ji azadiya jinan ditirse û di wan de hêza ku her dagîrkeriyê têk dibe dibîne.

Back to top button