ManşêtNûçe

Parlamentoya Spaniya li ser pêşîniyara piştgiriya Bakur û Rijhilata Sûriya li dijî her êrîşek Tirkî erê kir  

Perlemana Îspanî li pêşînyara ku Partiyên Sosyalîs pêşkêş kiribûn li ser îmkaniya pêşkêşkirina alîkariya Bakur û Rojhilatê Sûriya qebûl kir, ku Partiya Karkerên Sosyalîs, û partiyên Compromes û Podemos pêşînyarek ji perlemana herêma Falnîsiya a Îspanî ji bo alîkariya Bakur û Rojhilatê Sûriya li dijî her êrîşek Tirk mumukin di pêşerojê de.

Di der barê pêşînyara xwe de daxwaz kirin ji Konseya Ewlekariyê li ser avakirina herêmek ewle û misogekirina alîkariyên mirovî, her wiha partiyan daxwaz ji hikûmeta Madrîdê kirin ku destûrnameyên frotina çekan ji bo Tirkiya red bikin ji ber ku wê li dijî sivîlan bi kar tîne.

Di heman demê de pêşîniyar banga destpêkirina hemleyek misogerî kir bi Serêkaniyê re, bi hatina salvegera yekemîn li ser dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê ji Serêkaniyê û Girê Spî, ya ku bû sedema koçberkirina bi deh hezaran ji şêşniyên wan herêman.

Endamek Komîteya Piştgiriya Kurdan a Valencia diyar kir ku ev pêşniyar xwediyê statuyek yasayî ye û dê wekî her carê were pêşkêş kirin ji hikumeta navendî re, Tekez kirin ku ji aliyê Parlamentoyê ve erkek ehlaqî heye ku pêşnûmeya ku hikûmeta Madrîdê razî bike, ku ew bibe qanûnek mecbûrî. Pêşniyarek ku di pêşerojê de li ser çêbûna her êrîş an binpêkirinek nû ya Tirk dikare were ava kirin, ji ber ku Parlamento dê di zûtirîn dem de tevbigere, ji xeynî îhtîmala şandina ji bakur û rojhilatê Sûriyê re, ku ev dikare di pêşerojê de aliyê pêşkeftina herêmê bandor bike.

Hêjayî gotinê ku balyozxaneya Tirkî şantajên dîblomasî pêk dianî sala borî ji bo pêşînyar derbas nebe lê raporên navdewletî li ser sûcên ku çeteyên terorîst û hêzên Tirkiya pêk anîn li herêmên dagirkirî alîkar bû di razîna blokên perlemanî bi derbasbûna pêşîniyarê di dawî de.

Back to top button