ÇalakîManşêt

Şandeyek ji partiya me serdana Foruma Çandî ya Helebê kir

Şandeyek ji partiya me; Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê serdana Foruma Çandî ya Helebê kir, ji bo li ser rewşa li herêmê bi giştî biaxivin, her wiha rola rewşenbîran di gihaştina doza gelê xwe de li cîhanê.

Şande ji Bedran Hemo û Emîn Elîko endamên meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk, û Hêvîn Silêman endama meclisa jin di partiyê de pêk hat.

Di hevdîtinê de, Leyla Xalid û Kamîran Bîlal Hevserokê Hevbeş a Foruma Çandî ya Helebê di pêşwaziya şandiya me de bûn

Leyla Xalid bi xêrhatina serdana şandeya me li Foruma Çandî ya Helebê kir, û Kamîran Bîlal destnîşan kir li ser fedekariyên Partiya Yekîtiya Demokratîk dan ji bo parastina ewlehiyê li deverên Rêveberiya Xweser tevî hemî dijwarî û êrîşan, ji bilî wî jî li ser şerê taybet, encamên zagona Qeyser û pandemiya Korona axivî, û diyar kir ku Partiya Yekîtiya Dermokratîk piştgiriya saziyên Rêveberiya Xweser û Civaka sivîl karibû vê baweriyê ava bike.

Bedran Hemo endamê meclisa giştî di Partiya Yekîtiya Demokratîk de tekez kir ku ev qonax ji me tê xwestin xebat, demokrasiyê, prensîbên bi jiyana hevbeş û biratiya gelan, her wiha berpisyariya rewşenbîran ew e ku peyam û doza gelê xwe bigihêjin cîhanê

Hêvîn Silêman tekez kir: Em weke Partiya Yekîtiya Demokratîk bi tevahî amade ne ku piştgiriya manewî û madî di her forumeyeke çandî de ji bo piştgiriya doza gelê me û azadkirina  hemî xakên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkiriye.

Back to top button