ManşêtNûçe

Nûnerê Swêdî: Rêveberiya Xweser modeleke ji bo Sûriya ye

Nûnerê taybet ê Wezareta Swêdî (Per Ornius) ji malepa (Şerq El-Ewsat) re tekzez kir ku Swêd piştgiriya hewldanên bidestxistina yekîtiya di navbera partiyên siyasî ên Kurdî li Sûriya dike, îşaret kir ku hikûmeta welatê wî kar dike bi komîsyona Yekîtiya Ewropî ji bo tevlîbûna nûnerên Kurd ji Bakur û Rojhilatê Sûriya di danûstendinên navdewletî li ser aloziya Sûriya û operasyona siyasî ya bi sponseya Netewên Yekbûyî, wiha zelal kir ku welatê wî hêvî dike ku hemû alî karibin sînorekî ji nakokiyê domdar re deynin, û red kirina êrîşên din, û misogreya ewlehiya şêniyên herêmê.

Di heman çarçoveyê de Ornius tekez kir ku welatê wî piştgiriya yekîtiya Sûriya dike, û dibîne ku sîstema Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûryia weke modelek dibe ku pêk bê di hemû parçeyên welet de, wiha nîşan da ku Swêd û welatên Yekîtiyên Ewropî destwerdana Tirkiya red kir li Sûriya sala borî, û herêmên Kurdî dagir kir, her wiha Yekîtiya Ewropa perasyona (Kaniya Aştiyê) şermezar kir û dagirkirina her du bajaran Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê di gundewarên Helebê.

Back to top button