ManşêtNûçe

Nûner û Rêxistinên hiqûqî ên navneteweyî banga avakirina dedgehek navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ’ê kirin

Nûner û Rîxistinên Hiqûqî Navneteweyî banga damezirandina dadgehek Navneteweyî kir ji bo damezirandina çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ên hatine girtin ji hêla Hêzên Sûriya Demokrat, di der barê civînekê di riya Enternêtê de ku ji (Morse Tan) Balyozê Nivîsgeha Dadweriya Ceza ya Cîhanî li Welatên Yekbûyî Emerîkayê, ((Matthew Daniels) damezrênerê Akademiya Hiqûqê ya Navneteweyî, (Kelly E. Carey) balyoza Dewletên Yekbûyî ji bo pirsgirêkên jinên cîhanî, (Nadine Mainza) Cîgira Serokê Komîsyona Dewleta Yekbûyî ya Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF), û (Badran Çiya Kurd), hevserokê Encûmena Rêvebir li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Morse Tan tekez kir ku divê dadgehek mîna dadgeha (Nurnberg) bê damezirandin, cihê ku serokê faşîstê Alman Hitler hate darizandin

Her wiha(Matthew Daniels û Kelly E Carey) zelal kirin ku damezirandina dadgehek navneteweyî ji bo darizandina çeteyên rêxistina DAIŞ’ê berpirsyariyeke exlaqî ye, bi sedema êrîş û kumkujiyên rêxistinê der heqê gelan li hemû cîhanê, bi taybet Êzdî, Daniels destnîşan kir ku divê welatên ku Danezana” Na ji kumkujiyan re” îmze kirine pêşengiya van xebatan bikin.

Di der barê destwerdana xwe de (Bedran Çiya Kurd) got:

Me bi awayekî domdar daxwaza damezirandina dedgehek mîna dadgeha(Nurnberg) kir ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê , divê parastina Edaletê bê kirin ji bo li hember Terora Navneteweyî bisekinin, û em dibînin ku darizandina rêxistina DAIŞ’ê li herêmên Rêveberiya Xweser wê roleke wê giring hebe ji bo qelskirina terorê, li gel wê divê Edaleta Navneteweyî li her derê bê dabîn kirin, tiştê ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî ew kumkujiyên rastînin, û divê were rawestandin.

Back to top button