HemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Newroza Amedê

Bi sed hezaran Amedî ligel hemû astengî û êrîşan herikîn Qada Parka Newrozê û bi coşa herî zêde Newroz pîroz kirin. Gelê Amedê OHAL û qedexe nas nekir û daket qada Newrozê, li dijî kuştin, qedexe, OHAL û hemû zilmê bertek û nerazîbûn xwe anîn ziman û bi yek dengî gotin “Teqez em dê serbikevin.” Bi sed hezaran bi hevre li dijî zilma hikûmetê got “Na” û helwesta xwe ya referandumê anî ziman.

 

Hevberdevkê HDK’ê Hamzaoglû, Berdevkê HDP’ê Baydemîr li Newroza Amedê axivîn. Dîlek Ocalan jî peyama malbat û parêzerên Ocalan xwend. Di hemû axaftin û peyaman de biryardariya ji bo berxwedanê hat destnîşankirin.

 

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû li Newroza Amedê axivî û Newroz li gelan pîroz kir.

 

Hamzaoglû da xuyakirin ku hewl tê dayîn tarîtiya li Tirkiyeyê bikin reşetarî û destnîşan kir ku ji bo tarihê hinekî ronî bikin, di 16’ê Nîsanê de firsendek bi destê wan dikeve.

 

Hamzaoglû got, “Eger em karibin di sindoqê de dengê ‘NA’ bi ser bixînin, wê tarîtiya li Tirkiyeyê hinekî ronî bibe. Lê belê eger dengê ‘erê’ bi ser bikeve, wê bibe reşetarî. Xwîn û rondikên çavan wê hê bêhtir bibarin. Neçûna ser sindoqan jî tê wateya erêkirina reşetariyê. Divê em di 16’ê Nîsanê de her kesî bibin ser sindoqan. Bêguman têkoşîna me wê neqede, heta ku tarîtî xweş ronî bibe, roj hilê, wê bidome. Eger em dengê ‘NA’ bi ser bixînin, em ê dîsa mil bidin hev.”

 

Hamzaoglû destnîşan kir, ku eger mîna 7’ê Hezîranê ew Qesrê û hikumetê têk bibin wê hingî roj hilê, tecrîda li Îmraliyê were rakirin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Demîrtaş, Yuksekdag û 13 parlamenter wê bên berdan.

 

Hamzaoglû diyar kir ku 16’ê Nîsanê ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e.

 

Peyamana  malbat û parêzerên Ocalan

 

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê û û xwarziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan jî di Newroza Amedê de li ser navê malbatê û parêzerên Ocalan peyamek xwend. Ocalan a ku axaftina wê gelek caran bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” hat birîn wiha got: “Newroz cejna kurd û Kurdistanê ye. Ronahî, Rahşan û Bêrîvan e. Gelê Amedê ez li ser navê malbat û parêzerên Rêber ji were daxivim. Em wekî malbat û parêzer Newroza gel û Birêz Ocalan pîroz dikin. Newroz hatina biharê navê vejîn azadî û hêviyê ye. Li dijî Dehaqan navê îsyanê ye. Îro felsefeya Birêz Ocalan ji bo cografyaya Rojhilata Navîn bêhtir girîng e. Ligel şertên ku her çû girantir bû jî Birêz Ocalan nêrîn û pêşniyarên xwe parve kir. Rola Birêz Ocalan piştî 2013’an bêhtir girîng bû. Bi banga xwe ve Newroz kir dema hêviya biharê.

 

Piştî 2015’an jî di bin tecrîdê de ye. Girtîgeha Îmraliyê ji 1999’an heta niha bûye navenda tecrîd û îzolasyonê. 6 sal in bi parêzerê xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne. Birêz Ocalan peyama ku ger dewlet bixwaze em ê di nava 6 mehan de çareser bikin daye. Silav ji gelan re. Bijî Newroz. Bijî Serok Apo.”

 

‘Gelê Amedê careke din bi ser xist’

 

Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr jî wiha axivî: “Ji qada Newrozê ya Amedê, ji qada azadiyê hezar silav ji Mahabad, ji Kobanê, ji Silêmaniye, ji Dihok û Şengalê re. Newroza we pîroz be.” Baydemîr destnîşan kir, ku ev gelê bi rûmet û berxwedêr, li hemberî hemû zext, zordarî, faşîzm û komkujiyan bi gavekê jî ji rêya xwe venegeriya.

 

Baydemîr got:”Maşalleh we dîsa qada Newrozê dagirtine; hûn xwedî li rûmeta xwe, nirxên xwe, siberoja xwe derketine. Eger hûn ji min bipirsin, bê rehma xwedê li ser vê axê çi ye? Ez ê bêjim; îro we hemûyan, yek bi yek bi dilê xwe, rehma Xwedê nîşanî zaliman dan. Binêrin; bi zilm û zordariyê serî li gel nayê tewandin. Ez careke din dibêjim, ey gelê Amedê, ey xwişk û birayên min we careke din bi ser xistin. We kefenê zilmê çirandin.

 

Beriya niha bi çend salan, dîsa li vê meydanê bi manîfestoya Birêz Ocalan bi coşa Newrozê maseya danûstandinan hat danîn. Bi destek û erêkirina we bi mîlyonan, me gul danîn ser maseya muzakereyê. Lê mixabin, li şûna ku ev gulên aştiyê bi kedê bên avdan, hewl dan biçilmisînin. Aştî kirin qurbanê hilbijartinekê. Aştî kirin qurbanê desthilatdariya xwe.

 

Hemû civakê aramiya bê şer a 2 salan a ji Newroza 2013’an ve jiya. Careke dî em bang li Enqerê, aqilê dewletê dikin. Di pêvajoya muzakeretê ya 2 salan de, ji bo ku bi gelê Kurd re we diyalog danîn hem li hundir û hem jî li derve atmosfera hêviyê li dar bû. Kengî we maseya muzakeretê li erdê xist, kengî we hewl da ku bi zext û tundiyê encaman bistînin, kengî ku we bi MHP’ê û Ergenekonê tifaq danî her dever bû agir.

 

Ji vir em hezar caran diyarê Halîlûl  Rehman slav dikin. Ji ber ku têkoşîna me li dijî Nemrûd, Deheq û Deheqiyan têkoşîna azadiyê ye. Nemrûd jî pir zalim bû. Hewl da ku mirovan bi saxî bişewitîne. Ibrahîmî û hûn ên ku ev qad dagirtin hûn bûne dilopek û we agirê zilmê temirand. Amed dibêje, ji şer re na. Coşek heye li vir ku jiyana bi hev re erê dibêje. Ez careke dî li pêş coşa we bejna xwe ditewînim.

 

Bi şer, zext û zorê hevserokên me Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Gulten Kişanak, Firat Anli û wekîlên me, hevşaredarên m enêzî 5 hezar xebatkarên me yên partiyê niha di girtîgehê de ne. Ev 5 salan destûra bingehîn nikarin li rêziknameya xwe xwedî derbikeve. Hevşaredar, wekîlên me niha girtî ne lê bila ti gumana wan nebe ew girtiyên azadiyê ne. Ji ber ku ji zilm û zordariyê re, ji şer re serê xwe netewadnine wê tim bi rûmet werin bibîranîn. Lê ji roja ku tifaqa AKP-MHP’ê ew kirin zindanê tenê sifetekî wan heye; serekzindan. Em ji serek-zindan re ji qada Newrozê bi hev re dibêjin, ‘na’ Sond be, Demîrtaş, Yuksekdag, Anli û Kişanak rojekê teqez wê  li nav me bin. Ên ku bawer dikin ku bi zext, zordarî wê encamê bistînin bila li Newrozê binerin. Qada Newrozê peyamekê dide we hemûyan. Bi kurmancî wiha wiha dibêje; ey hikûmet, ey dewlet, ey aqilê dewletê, ev rê ne ti rê ye. Werin dev ji vê rêyê biqerin.

 

Îro gelê Amedê rêyekê li ber me hemûyan datîne. We deriyê li aştî û azadiyê vedibe li ber me vekir. Li ser xêrê be. Ji bo Şirnex, Cizîr, Sûr, Geverê digotin em ê kevir li ser kevir nehêlin, serî li ser milan nehêlin. Niha ew zalim bi pakêteke nû ya destûrê derdikevin pêşberî we. Dixwazin vê zilma ku bi we kirin bi destê gel bidin erêkirin. Dixwazin qeyûmê bi gel bidin erêkirin. Em ji gelê Amedê dipirsin, di destûra 82’yan de Kurd, Elewî hebûn? Di vê pakêta nû de D ya demokrasiyê heye? Azadî ji bo Kurdan heye? (Qadê bersiva ‘na’ da) Ha Destûra Cuntaya 82’yan ya ferzkirina faşîzma AKP-MHP’ê.

 

‘Ji faşîzmê re, ji tarîtiyê re na’

 

Xwişk û birayên min, ku bi bîra we were dîsa li vê meydanê dema ku min bang li we kirî, hikûmet pakêteke ekononiyê hişkere kiribû. Me ji wan pakêtên wan re bi hev re gotibû, “ji pakêta wan kundir derket” Niha bi vê pakêta nû re hemû destkeftiyên me yên ji cuntaya 1980’yî ve ji dest têne standin. Dixwazin welêt ber bi taritiyê ve bibin. Em careke dî ji vê meydanê ji tarîtiyê re dibêjin ‘na’ , ji faşîzmê re ‘na’ Ji nav we zarokên we, mînak Sebahat Tuncel niha di girtîgehê de ye, ji hişmendiya ku ew kirî zindanê ti xêr nayê. Bi hezaran bend li ber me danîbûn. We benda sedî 10 derbas kir, hûn bûne çem û best. We 80 wekîl şande meclîsê. Bi vê pakêtê re benda sedî 10 dikin sedî 50 û yek lê zêde. Armanca wan ew e ku vîna Kurd lênebe. Hûn jî dikin ev der wê azad be, bi sond! Gelê Kurd û Kurdistanê bi we şanaz e. Careke dî ez bang li Kurdên hemû dinyayê dikim. Ala rengîn nîşana azadiyê ye, werin em tifaqa xwe deynin. Ez bawer dikim ku bi vê helwesta we ev zivistana me ya dawî ye. Mizginiya azadiayê, aştiyê û wekheviyê ye.”

Back to top button