ManşêtNûçe

Muslim Tirkiyê hişyar kir…Ne ji mafê we ye…

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Salih Muslim dewleta Tirk hiyaşr kir.

Muslim îro yekşemê 14 / 2 / 2016  ji ber êrişên artêşa Tirkiyê li herêmên Azaz û Efrînê bi ser YPG`ê û HSD ve yên li hemberî çetetyên El-Nusra û alîgirên wê şer dikin, bi daxuyaniyekê ji ajansa Reuters re dewleta Tirk hişyar kir û got: Dê em weku welatiyên Sûriyê li dijî her destwerdaneke bejahî ji aliyê Tirkiyê ve rawestin.

Muslim her wiha bersiv da daxwazên dewleta Tirk a ji bo şervanên Kurd ji herêma Azaz û balafirgeha Minixê vekişin û got: Ne ji mafê Tirkiyeyê ye dest li karûbarên navxwe ya Sûriyê werde, YPG`ê balafirgeha Minixê  ya roja şemiyê ji aiyê hêzên Tirk ve hate bombebarakirin, ji destê çeteyên El-Nusra yên ser bi rêxistina El-Qaîdê ve ye rizgar kir.

Ji aliyekî din ve berdevkê wezareta Karê derve yê Emerîka John Kêrbi bang li Tirkiyê kir topbarana bi hêzên YPG`ê de rawestîne û da xweya kirin ku ew ji pêşketinên li herêmê rû didin nîgeranin

Dewleta Tirk piştî ku şervanên YPG`ê û HSD li Herêma Azazê li dijî çeteyên El-Nusra û DAIŞ serkeftinên ber bi çav bi dest xistin û balafirgeha Minix û hejmarek gund jî rizgarkirin, bi tank û topan êrişî deverên rizgarkirî kir û bi vê yekê bi şêweyeke zelal û aşkere ragihand ku piştgirî dide rêxistina El-Qaîdê û DAIŞ li Sûriyê.

N.R.PYD`ê li Ewropa

Ş.Mamo

 

 

Back to top button