Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî piştrast kir ku hedefgirtina endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Kobanê, hedefgirtina ewlekariya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Mezlûm Ebdî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Êrişa balafirên Tirkiyê ya li dijî 9 endamên rêxistina ciwanan li bajarê Kobanê ku di encamê de 5 endamên tevgera ciwanan şehîd bûn, berdewama metoda dagirkeriyê ya li dij doza Kurdan a li Sûriyê ye. Her wiha hedefgirtina ewlekariya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”
Ebdî wiha dewam kir: Em ji giyanê şehîdan re rehmetê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku polîtîkayên tirsandinê yên Tirkiyê ên li dijî sivîlan û kiryarên wê yên dijminahiyê rawestînin.”
ANHA