ManşêtNûçe

Meşayix: Divê kiryarên Netewên Yekbûyî girêdayê biryarê wê bin

Meşayix tekez kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûrî ve destwerdana karûbarên Sûrî dikir, û destê wî di kûrbûn û girankirina aloziya Sûrî de hebû.

Rojnameya Yekîtiya Demokrat hevdîtinek bi cîgerê sekretêrê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî (YEKÎTÎ) li Sûriya li ser binpêkirina dewleta Tirk ê ku pêk kir û pêk dike li Efrîn û herêmên Bakur û Rojhilata Sûrî kir.

Mişayix wiha dest bi axaftina xwe kir Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûrî ve destwerdana karûbarên Sûrî bûn, bi taybet li herêmên Kurdî, û bi riya çeteyên wê gelek herêman dagirker, ku mal şewitandin û daran ji kokê derxistin û guhertinên demografîk pêk anîn da ku herêman ji Kurd paqij dikin da ku malbatên ji herêmn din bînin, û ji wê demê de û heta niha Tirkiyayê binpêkirinên xwe yên navneteweyî  berdewamin û rêz û pernesîbên cîran ê baş bi dewletên din û bi taybet deweta Sûrî re nagire

Meşayix zelal kir ku gelek ji aliyên hiqûqî raporên ji van binpêkirinan radigihînin û em wek partî raporên me hene ku van binpêkirin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê heta ku mesele di vî warî de gihaşt forumên navdewletî û biryarên xwe derxistin, lê tiştê ku em dixwzin bibînin pêkanînên rast ji van biryaran , û her tiştên ku diqewime û her tiştê ku hat pejrandin li ser kaxezan nemîne, lê divê siyaseta dewleta Tirk û çeteyên hevalbendê wê ji hêla Netewên Yekbûyî bê eşkere bikin, an jî wê Tirkiya binpêkirinên xwe li herêmên Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê bidûmîne.

Û li ser raporên ku ji hêla Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî  ve hatiye weşandin ku binpêkirinên Tirkiye li Efrînê şermezar kir, û ew ê bandorê li Tirkiye bike ku siyaseta xwe biguhere, Mişayix  got: Ger civaka navneteweyî, Federasyona Rûsyayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropî di mijara raporan de cidî bin, ew dikarin siyaseta berfirehker a tirkan a li herêmê asteng bikin. Û ger van welatan tiştek nekin, dê hemî biryar li ser kaxezê bimînin. Ji ber vê yekê bersiv bi vîna civaka navneteweyî û welatên din ve girêdayî ye.

Di pirsekê de ji malpera Yekîtiya Demokrat re, armanca raporên komîta lêpirsînê çi ye heke ew siyaseta Tirkiyê neguherînin, Mustefa Meşayix, cîgerê sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriya (YEKÎTÊ), got: Her biryarek ku ji hêla forûmên navneteweyî an rêxistinên navneteweyî ve tê weşandin ku binpêkirinên Tirkiyê şermezar dike gavek xurt e, belge û erênî ye, lê ya ku em wek gelê Sûrî û wekî Kurd dixwazin pêkanîna van biryaran e.

Evîn  Bûblanî

Back to top button