ManşêtNûçe

Silêman: Rapora Netewên Yekbûyî nayê asta sûcan û em daxwaza hewildanên navdewletî rastî dikin

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurdî li Sûriya  Ehmed Silêman ji malpera Yekîtiya Demokrat re got: Ji dema dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Gir Spî û dewleta Tirk binpêkirinên hov der heqê şêniyên herêmê pêk tîne, bi taybet Efrîn.

Silêman Îşaret kir ku ev cara yekemîne raporek Neteweyî bi vî awayî derdixe, lê nayê hildan asta sûcên ku çêdibin û çêbûne, lê belê di dawî de giringe, ku ew rêxistineke ji rêxistinên girêdayî Netewên Yekbûyî,  û ew tê guherandin divê em sûd jê bigrin, û hewilbidin berfirehkirina dayîreya şermezarkirina navdewletî bi wan sûcan, û ev kêmtir erke ji hêzên siyasî û rêxistinên hiqûqî ên Kurdî ji bo pêk bîne ber bi gel.

Silêman got: Em weke Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurdî li Sûriya tekez dikin li ser erêniya raporê, û em daxwaz dikin bi hewldanên navdewletî rastîn û operasyona rawestandina wan sûcan û binpêkirinan der heqê gelên me li herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Ehmed Silêman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir û got ev rapor nikarin Tirkiya paşde bixin li ser binpêkirinên ku çêdibin lê alîkariyê dike bi kêmkirina wan binpêkirinan, tekezî kir li ser rawestandina wan binpêkirinan û kiryaran hewcdariya helwestek navdewletî, pratîkî û zelal, û  ev ne mumkune di dema heyî de.

Evîn Bûblanî  

Back to top button