ManşêtNûçe

Meclisa Til Rifetê bang li hemû pêkhateyan kir ku destkeftiyên xwe biparêzin

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê Meclisa Navçeya Til Rifetê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li navenda navçeya Til Rifetê bi beşdariya şêniyên navçeyê û endamên meclisê hate dayîn. Hevserokê komîngeha gundê Kefer Anton ê kantona Şehbayê Ehmed Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeyê hate kirin û ev hate gotin: “Dewleta Tirk ji bo armanca xwe ya eşkere di berfirehkirina projeya xwe ya dagirkeriyê de li gorî Mîsaqî Millî hemû pîvan û mîsaqên navneteweyî binpê dike û rojane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên pêk tîne.”

Meclisê di daxuyaniya xwe de li ser êrişên dewleta Tirk ên dawîn ên li dijî Til Rifetê, gundên wê û herêmên din bi rêya hedefgirtina bi balafirên bêmirov û topbaranan destnîşan kir ku ew yek nîşaneyeke eşkere ya derbekirina îstîqrara herêmê ye, da ku şanseke din bide komên terorîst ku xwe çalak bikin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên hiqûqî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk helwesteke tund nîşan bidin û hate gotin: “Em şêniyên Til Rifetê yên birûmet banga lezgîn ji saziyên navneteweyî, hiqûqî û hemû hêzên li ser ewlehî û îstîqrara herêmê baldar in dikin helwesteke eşkere û lezgîn li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me, nîşan bidin.”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên civakî û siyasî hate kirin ku destkeftiyên xwe yên bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandanên şermezarkirinê li dar bixin.

Di dawiyê de meclisê soz da gelê xwe ku ew ê bi hemû derfetên xwe li dijî van êrişên li dijî gel bin û wê berpirsiyariyên xwe li gorî pêkanîna ewlehî û îstîqrarê pêk bînin.

ANHA

Back to top button