ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Doza kurdî beşek ji doza Sûriyê ye

Îlham Ehmed di komxebateke ku Navenda Lêkolînên Siyasî ya Qudsê bi rêya Zoom pêk aniye de, axivî. Di vê komxebatê de, gelek siyasetmedar, rojnamevan, lêkolînerên sûrî û erebî beşdar bûn ku bi navnîşan ‘Pirsgirka kurdî û pêşeroja Sûriyê” hatibû li darxistin.

Komxebat ji aliyê mudirê navendê nivîskar û lêkolîner Erîb El-Rintawî ve hate birêvebirin.

Di komxebatê, geşedanên dawîn, gefên dewleta Tirk a dagirker û têkiliya bi hêzên navneteweyî re, peywendiyên di navbera Şam û kurdên li Sûriyê de, pêşeroja doza kurdî li Sûriyê li gel rewşa heyî û têkiliya kurdên li Sûriyê bi hêzên Kurdistanî re bûn rojev.

Axaftina seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed wiha ye:

DIJMINATIYA TIRKIYÊ LI HEMBER KURDAN Û PROJEYA WAN LI SÛRIYÊ

Tirkiyê hewl dide hegemoya xwe li ser herêmê ferz bike, projeyên firehkirinê bi rêya anîna belgeyan pêk bîne. Ew bi rêya wê dixwaze erdnîgariya li gorî Mîsaqî Millî dagir bike. Li rex wê jî, Tirkiyê xelkê herêmê tawanbar dike û wan bi  terorîstan bi nav dike. Dijminatiya wê ya li dijî kurdan dîrokî ye.

Tirkiyê kengî bi dest keve, qirkirinê li dijî kurdan pêk tîne. Modelên wê li Sûriyê nîşaneya xeteriyekê didin ku li dijî yekitiya axa Sûriyê ye. Em dibînin ku divê li hember van projeyan bê sekinandin û bên teşhîrkirin.

Li gorî pîvanên navneteweyî, kirinên Tirkiyê li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne. Ew jenoside, guhertina demografiyê û siyasetên tirkkirinê pêk bîne.

`EM NE ŞERXWAZ IN EM AZADÎXWAZ IN`

Em gefên Tirkiyê cidî dibînin. Em hewl didin bi rêya têkiliyên xwe û peywendiyên bi dewletên di dosyaya Sûriyê de çalak in mîna DYA û Rûsyayê, rê li pêşiya Tirkiyê bigirin û wê neçar bikin ku lihevkirinên sala 2019`an pêk bîne, helwesta me diyar e. Em ê agirbestê biparêzin. Em ne şerxwaz in em azadîxwaz in. Em hewl didin ku tu hemleyên leşkerî li dijî van herêman pêk neyê ku derdora 5 milyon sûrî tê de diçin, ji wan gelek kes ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de yan jî herêmên dagirkirî hatine. Her hemleyek dê bibe sedema karesateke mirovî.

Di vê dawiyê de, peywendî û danûstandin bi Rûsya û desthilata li Şamê re hene da ku eniyan xurt bikin û li seranserî sînor belav bibin. Ev danûstandina hîna lidar in. Em ji hewldanan re vekirî ne ku nehêlin Tirkiyê herêmên dîtir ên axa Sûriyê dagir bike.

XWEZAYA TÊKILIYAR BI HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ RE

Em li herêmê dosyayeke gelek girêk bi rêve dibin; têkiliya bi hêzên navneteweyî û hevsengiya wan re. Li ser vê erdnîgariya Sûriyê ya teng Rûsya, DYA û hêzên hikumeta Şamê hene.

Têkiliyên me bi gelek hêzên heyî re hene. Em hewl didin hevsengî di navbera van hêzan de biafrînin. Li gorî me gelek girîng e ku em îstîqrara li herêmê biparêzin û êriş pêk neyê, nakokî di navbera wan hêzan de çênebe.

EM KI NE U BI KE RE NE?!

Gelek sûrî vê pirsê ji me dikin: Hûn bi rejîmê yan bi şoreşê re ne? Em xwe wekî xwediyê şoreşê bi nav dikin. Dibe ku cudabûn di mekanîzme û nêrîn de hebe. Lê em bi sûriyeyeke nû re ne û vegera sûriyeya navendî ya hişk red dikin. Em bi guhertinê û sûrî mafên xwe bi dest bixin re ne. Em bang xilasiya ji navendîbûnê dikin.

Em bi hemûyan re ne ku bang dike û hewl dide guhertinê û hêviyên gelên Sûriyê pêk bîne.

Gelek beşên opozîsyonê dijminatiya projeya Rêveberiya Xweser kir. Li şûna ku berê xwe bide rejîma zordest,  ev beş dijberiya Rêveberiya Xweser dikin ku hewl dide yekitiya axa Sûriyê biparêze.

Hîma em li ser heman xetê ne, em hewl didin Sûriye yek be, diyalogên me li Stokholmê di vî alî de ne. Ev rê û rêbaz, dê bi avakirina baweriyê û lihevkirina di navbera sûriyan de encamdar be. Heke ev yek pêk were wê demê armanc jî pêk tê.

Beşek ji sûriyan di sinifandina me de heyirîn gelo em alîgrê rejîmê ne lê cudaxwaz in. Bi giştî em nikarin bêjin em alîgirên rejîmê û cudaxwaz in di heman demê de. Ew agahiyên xwe ji hêz û ragihandna tirkî digirin ku nefretê û dijminatiyê li dijî me teşwîq dikin. Em bang li hemûyan dikin ku bi rêya wan kanalan li ser me agahdar dibin, derbasî herêmê bibin û ji nêz ve rewşê bibînin. Em ji diyalog, peywendiyan, hemû rêbazên danûstandinê û xîtaba şaristanî re vekirî ne.  Divê em sûrî diyalogê bikin, rasterast bê navbeynkarî em hevdu guhdar bikin.

‘REJÎM BERPIRSÊ REWŞA HEYÎ YE’

Desthilata li Şamê beşek mezin ji berpirsyariya aloziya Sûriyê hildigire, ji ber ku dikarîbû bi rêya pêkanîna guhertina demokratîk, bersivandina daxwazên gel, pêkanîna diyalogên rasteqîn bi sûriyan re nehiştiba ev alozî derketiba. Lê serhişkiya wê û israra wê ya li ser çareseriyên leşkerî hişt ku Sûriyê bighêje vê rewşê. Her wiha rê li ber destwerdanên biyanî wekî Tirkiyê, Rûsya, Qeter, Îran û hwd.. vekir. Hemû destwerdan encamên serhişkiya rejîmê û israra wê ya li ser nepêkanîna guhertinan e. Ev serhişkî hîna heye.

Heger em sûriyeke xurt bixwaze, divê tevahî sûrî bêyî cûdabûn mafên xwe bi dest bixin. Divê tevahî pêkhateyên Sûriyê pirrengiya neteweyî qebûl bikin ku bi dildarî yê vî welatî ne û beşdarî avakirina wê bibin.

‘BERDEWAMA DÛRXISTINA PÊKHATEYAN WÊ SÛRIYÊ BER BI PARÇEBÛNÊ VE BIBE KU EM JI VÊ DITIRSIN’

Em fikar in ku Sûriyê ber bi parçebûnê ve biçe, sedema vê yekê derengxistina prosesya siyasî ye. Heta niha komîteya destûrî tu pêşketin pêk neanî ye. Proseya siyasî ya li Cinêv jî tiştek bi xwe re neanî. Gelo heta niha çi encam bi xwe re anîn?!

Ji ber ku di  esas de di şeklê proseya siyasî de pirsgirêk heye. Diviyabû ku rêgezên bingehên ên dirûst ji vê proseyê re hatibana danîn, lê heta niha israrî heye ku guhertin û reform çênebin.

Madem em li hemberî hev disekinin, di rewşeke dijminahî de ne û hev dû tawanbar dikin, mînak ku me bi cûdaxwazan û ajandiya ji Amerîkayê re tawanbar dikin, wê demê em encaman ji vê proseya siyasî nabînin.

Wekî sûrî divê em xeteriyên li ser siberoja Sûriyê bibînin û xeta siyasî durist bikin û dest bi diyalogên cidî û avakar bikin.

Li gelemberiya Sûriye li dijî kurdan zilm hate meşandin. Bi salan Kurd ê herî zêde ku zilm dît.

Doza kurdî nimuneyek ji azara Sûriyê bi giştî ye. Çareserkirina doza kurdî di çarçoveya destûrê de gelekî girîng e. Em dibînin ku divê dawî vê trajîdeyeyê were anîn. Em behsa zilm û mezlûm nakin, lê mebesta me dozeke sereke heye. Rejîm hîna li kurdan wekî mêvan li ser vê xakê dinêre.

Axaftina li ser fêrbûna bi zimanê kurdî, anku dayîna du saetan tenê mîna zimanên îngilîzî an fransî neheqeiyeke li dijî Kurd û pêkhateyên din e ku mafê wan e bi zimanê dayikê fêr bibin.

‘EZ KURDEKE SÛRÎ ME’

Dema em behsa nenavendî û rêveberiya xweser dikin, mebesta me ne cûdexwaz, an referandom an jî projeyeke mîna ya herêma Kurdistana Iraqê ye. Ev tecrûbeyeke  nû ye. Rewşe li Iraqê gelekî cuda ye. Di encamên nakokiyên navxweyî û destwerdanên derve yên di civaka Iraqê de rewşeke parçebûn di civakê de çêbû.

Em sûrî ne, heger em negihiştin lihevkirinan em ê ji civaka Iraqê ne baştir bin. Divê em bighêjin lihevkirinên stratejîk ên têkildarî siberoja Sûriyê. Em amade ne bi hemû aliyên Sûriyê re li ser pêşeroja welatê xwe diyalogan bikin. Doza kurdî beşek ji doza Sûriyê ye, ez sûrî me, bi eselê xwe Kurd im, kurdeke sûrî me.

Hinek dibêjin ku biryara kurdên Sûriyê di destê PKK’ê de ye, lê em dibêjin ev ne rast e, biryara kurdên Sûriyê wê biryara kurdên Sûriyê bimîne, ew ê biryar bidin.

Dîroka PKK’ê li Sûriyê ne nû ye. Lê kevin e. Serokê partiyê Abdullah Ocalan bi gelek kesayetên sûrî yên Ereb, an Suryan a Ermen re hevdîtin pêk anîn û berê çalakiyên wî li Sûriyê hebûn. Kurdên Sûriyê bi vî fikirî bi bandor in. Hejmareke mezin a kurdan tev li PKK’ê bûne. Di encamê de ev têkilî fikirî manewî ye. Rola PKK’ê roleke piştevan e, ne ku zextê dike û ne jî îradeya kurdên li Sûriyê an QSD’ê kontrol dike. Ev tawan ên Tirkiyê ne da ku raya giştî tehrîk bike û planên xwe li herêmê pêk bîne.

LI SER TÊKILIYÊN BI ÎSRAÎLÊ RE

Beşdarên panelê gotin, ku peywendî di navbera Rêveberiya Xweser û Îsraîlê de hene. Ev ne rast e. Ne têkilî û ne jî peywendiyên me bi Îsraîlê re tune ne. Îsraîl li Rojhilata Navîn û Filistînê ye. Bi nêrîna me hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn divê bi rêya diyalogan bên çareserkirin. Divê hemû mafên xwe bidest bixin. Mafên gelê Filistînê heye û doza wî doza gelekî ku banga mafên xwe dike. her wiha dozeke neteweyî û ji bo wê têkoşînê dike. Lê di dema dawî de piraniya dewletên ereban têkilî bi Îsraîlê re normalize kirin. Em bi hêvî ne ku doza Filistînê bi rêya diyalogan bê çareserkirin û gelê Filistînê tevahî mafên xwe bi dest bixîne.”

ANHA

Back to top button