ÇalakîJinLêkolînNûçe

Meclisa Jinan a PYD’ê li gundê Xera yê Çiyayê Kizwanan civînek li dar xist

Rêzeçalakiyên der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî ku Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin”, di 24’ê Sibatê de ragihandibû, didome. Bi vê hemahengiyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Dmekratîk li gundê Xera yê Çiyayê Kizwanan li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi dehan kesan civînek  hat li dar xistin.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Ahîn Elî bi parvekirina sedema bûyera 8’ê Adarê dest pê kir û wiha domand: “Li hemberî hişmendiya baviksalarî serî hildan û şoreş pêk hat. Çima em dibêjin em negihîştine wê azadiya ku em ji bo wê têdikoşin, ji ber ku jin azad bin mêr kole dimînin ji lewre armanca me ew e ku em civakeke azad bi jin û mêrên ava bikin. Bi berxwedana Avêsta û Barîn şoreşa jinan deng veda, ya ku hişt Kobanê bibe Kobanê sekn û fedayîtiya Arîn Mîrkan bû. Îro li hêla şoreşa jinan ve, şoreşa zihnî didome, bi vî awayî em ê bikaribin bigihîjin armancên têkoşîna dehê salan. Berovajî rêxistinên femînîst em banga wekhevî û azadiya jin û mêran dikin, sîstema hevserokatiyê jî roleke aktîf di vî warî de dilîze.”

Civîn bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

 

Back to top button