ManşêtNûçe

Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî

12 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, îşaret kirin ku tedawiya wan tê astengkirin û binpêkirinên mafên tenduristiyê yên dijîn vegot.

Jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin bi hinceta ku leşker nehatine gelek caran nabin nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê randevuya girtiyan betal dibe û pêvajoya sewqê jinûve dest pê dike. Girtî ji bo kirariyên weke MR, tomografi, mamografî, endoskopî û kolonoskopiyê ji ber randevû di navbera 8 mehan û salekê tên dayîn li bendê dimînin. Dema leşker neyên jî randevu betal dibin û pêvajo jinûve dest pê dike. Girtî ji nexweşxaneya di nava kampusê de re jî tenê rojekê tên birin.
Gelek binpêkirinên mafan ên weke ferzkirina mûayeneya bikelemçe, di dema mûayeneyê de sekinîna leşkerên mêr a li hundir, ketina destî ya leşkeran ji çend pirsgirêkên ku girtî dijîn in. Pêkanînên cihekariyê yên bijîşkan û bêhestiyariya wan jî carna tedawiya bitendurist ji holê radikin.
Bandora krîza dermanan a li Tirkiyeyê tê jiyîn a herî mezin jî li girtîgehan dibe. Herî zû piştî hefteyekê derman tên anîn. Hin caran girtî bi mehan dermanên ku pereyan pê didin nabînin. Girtiyên mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin.
Back to top button