ÇalakîManşêt

Meclisa Jin a PYD li Şehbayê civîna xwe ya salan e li dar xist

Meclisa jin a Partiya Yekîtiya demokrat PYD, duh 3’ê Rêbendan, li Şehbayê civîna xwe ya salan e li dar xist, bi beşdariya rêveber û endamên meclisên jin ji bo xebat û çalakiyên meclisa jin a Partiya Yekîtiya demokrat a sala 2021an binirxînin.

Di destpêka civînê de, beşdaran deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê rawestiyan, piştre sinifizyon li ser kongireya giştî ya jin û perspektîfên rêber Ocelan hat pêşkêşkirin.

Piştre rapora salan e ji hêla endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya demokrat li Şehbayê “Rodîn Mihemed” xwend, û di civênê de rewşa siyasî û geşedanên dawî li ser qada Sûrî nirxand, dest nîşan kir ku êrîşên Tirkiyê di nava bêdengiya navneteweyî de zêde dibe.

Di civînê de, rewşa rêxistinî ya jin û çalakiyên ku meclisa jin a Partiya Yekîtiya demokrat pê rabû, hate nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de, nêrîn û pêşinyarên beşdaran ji bo mekenîzmeya sala nû hat girtin.

 

Back to top button