ÇalakîJinPYD

Meclisa Jin a PYD civîna xwe ya salane li kantona Hesekê li dar xist

Di bin drûşmeya “Jina Rêxistinkirî Misogeriya Civakek Demokratîk e” Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh di dîroka 2021-12-27 civîna xwe ya salane li kantona Hesekê li dar xist.

Civîna li xwaringeha Teyfûr li bajarê Hesekê hat li dar xistin, di civînê de rêveber û endamên rêxistina jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD û nûnerên Kongreya Star li kantonê û berdevkên koma partiyê, beşdar bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadiyê, piştre Senevîzyonek ji bo perspektîvên rêber Abdullah Ocelan hat pêşandan, ku li ser pêwistiya rola jinê di civakê de û xurtkirina wê ji hêla siyasî axivî, her wiha rapora salane ji çalakiyan û karên Meclisa Jin di der barê salekê ji hêla endama Meclisa Jin Cenkîman Şêxo, hat xwendin.

Ji aliyê xwe ve berdevka Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Zehra Semo rewşa siyasî û geşdanên dawî û guhertinên ku çêbûn li ser asta siyasî û leşkerî nirxand.

Îşaret kir li ser armanckirina dagirkeriya Tirk ji herêmên Zirgan û Til Temir û şehîdxistina sivîlan di riya êrîşên domdar li ser herêmên wan wekî din hedefgirtina malên Kobanê di nava bêdengiya navdewletî.

Her wijha îşaret kir li ser şerê taybet yê li dijî jinê pêk tê ji hêla hêzên hegemonîk ku armanca wan şikandina vîna jina azad e.

Piştre deriyê nîqaşê hat vekirin li pêşiya beşdaran ji bo pêşkêşkirina nêrîn û pêşînyarên wan ku armanc dike karê jinê ji hêla siyasî û rêxistinî pêşbixe, û çareseriyên ji bo rawestandina rewşên kuştinê û îşkenceyê der heqê jinê.

Di dawiya civînê de çend bername hat dayîn ji bo li ser wê kar bikin di sala bê de.

Bername wiha ye:

Gihaştina tevahiya jinên civakê bi armanca rêxistina wê.

Kar bikin li ser pêşketina jinê di warê dîblomasî û pêşketina têkiliyên bi partiyan re.

Doamndina têkoşînê ji bo rakirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocelan.

Domandina vekirina dewreyên perwerdeyê bi armanca belavkirina hişmendiyê di nava civakê de.

Kar bikin li ser rehabîlîtasyona kadroyên partiyê ji bo xurtkirina rêxistina jinan.

Kar bikin li ser xurtkirin û çalakirina rola jina ciwan.

Pêşketina jinê ji hêla raghandinê.

Domadnina avakirina şaneyên partiyê.

Avakirina projeyên aborî taybetî jinan.

Domandina hemleya sûcên kuştinê ku derheqê jinê pêk tê.

Her endamek rêxistina jinan a PYD’ê endamê parastina cewherî ye.

Back to top button