ÇalakîJinManşêt

Têkiliyên Jin di PYD de bi jinên êlan re li gundê El-Qêrewan civiya

Têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD civînek ji jinên êlan û êl ev in “El-Şemer”, “El-Şerabiyîn”, “Cibûr” û “Xatuniya” li gundê El-Qêrewan a girêdayî navçeya Til Hemîs li dar xist.

Şandeya nivîsgeha têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ji “Şadiya Omer” û “Erîfa Bekir” pêk hat, ku armanca serdanê naskirina jinên êlan û urf û adatên her êlekî bû, her wiha guhdarîkirina daxwazên wan, çawaniya birêxistinkirina wan û xurtkirina rola wan di êlê de.

Di serdanê de, pirs li ser çend dozên girêdayî jin hat pirsîn, ji wan rewşa jinên gundî û tiştê jê tê xwestin ku karibe rola xwe xurt bikin, û çaereserkirina dozên di gund de li hember wê rû didin, bixebitin û birêvebibin, her wiha xwe birêxistin bikin û rola xwe bi cih bikin da ku jin di hemû biryarên di nava êlê de bibe xwedî cih û nerîn.

 

Back to top button