ÇalakîJinManşêt

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li navçeya Çil Axa civîneke li dar xist

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li navçeya Çil Axa civîneke li dar xist, bi amadebûna bi dehan ji jinên navçeyê.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, civîn ji hêla endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat Nisrîn Tahir û heval Emel hat bi rêvebirin.

Di civînê de bal hat kişandin li ser kiryarên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî û enacamên wê li ser herêmê bi taybet li ser jinan, her wiha pirsgirêkên ku bi xwe re tîne ji kuştina jinan û koçberiya bi darê zorê ji herêmên dagirkirî, nîqaş li ser van xalan bi giştî hate kirin.

Civîn bi vekirina deriyê nîqaş û dayîna nêrînan bi dawî bû.

Back to top button