ÇalakîManşêtPYD

Kurdên Başûrê Beyrûdê salvegara pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin

Şahiya 15’ê Tebaxê li hola Serefend ya bajarê beyrûdê pêk hat. Bi sedan Kurdên ku li Başûrê Lubnanê dijîn beşdarî şahiya 15’ê tebaxê bûn.

Di şahiyê de li ser navê Meclisa PYD’ê Azîz Alî Xalip axivî.

Azîz Alî Xalip 15’ê tebaxê li hemû malbatên şehîdan, gelê Kurd beşdarvanan pîroz kir. Alî xalip bal kişand li ser giringiya Pêngava 15’ê Tebaxê û got: ” Vê pêngavê cesaret û wêrektiya tekoşînê li hember dagirkiriyê di nava Kundan de da avakirin bi saya vê pêngavê Kurd bi hemûna xwe hesiyan û bi vê zanistê xwe rêxistin kirin.

Di Şahiyê de nûnerê Rêveberiya Xweser a Lubnanê Abdullselam Ahmet jî bi boneya salvegera pêngava 15’ê tebaxê li Malbatên şehîdan, gerillayên azadiyê û hemû gelê kurd pîroz kir. Abullselam Ahmed bal kişandi li ser şert û mercên piştî darbeya 12’ê îlonê li Kurdistanê û got,  li hember zulmê fişenka yekemîn bersiva herî  bihêz bû. Ev pêngava şerê çekdarî ji bo hemû gelê Kurd jî di tekoşîna hebûnê de bû mîladek. Tekoşîna 39 salan de Kurdan li hember hişmendiya înkar û imhayê tekoşînek bê hempa dane û di vê oxirê de bi hezaran Egîdan canê xwe feda kirin û em van cangoriyên bi minetdarî bibîr tînin.

Her wiha li ser navê meclîsa PYD Rêvan Mihemed jî axivî pêngava 15’ê Tebaxê li gêlê kurd û gerillayên YJA-Star , HPG’ê pîroz kir û berxwedaniya Zap, metîna û Avaşîn silav kir. Rêvan Mihemed bal kişand li ser bandora 15’ê Tebaxê ya li ser tekoşîn jin û ciwanan û got: Pêngava 15’ê hem ji bo Kurdan hem jî ji bo jinan bûye îlana tekoşîna hebûnê. Jinên Kurd di nava refên azadiyê bi du nasnameyan tekoşîyane.  Bi nasnameya jin û kurdayetîyê li hember dagirkerî û hişmendiya paşverû ya civakî tekoşîn e.

Rêvan Mihemed diyar kir ku bandora pêngava 15’ê  Tebaxê herî zêde di tekoşîna hişmendiya paşverû ya civakî de bandoreke mezin kiriye, lewra jinên Kurd îro di hemû qadande xwe bi rêxistin kirine û li hember her cure êriş û zordestiyê bi feraseta parastinê artêşbûna xwe xurt kirine.

Di Şahiyê de, Koma Welatê Rojê bi stranên xwe û Koma Ş. Rojînda ya forklorê jî bi dîlanên Beşdarvanên şahiyê coşandin.

Di dawiyê de hunermend Yasir Bilal derket ser dikê. Beşdarvanan li ber stranên dîlanên yên Yaser Bilan govend gerandin. Şahî bi dirûşmeyan Bi jî 15’ê tebaxê, bijî Rêber Apo, jiyan Jiyan azadî bi dawî kirin.

Back to top button