ManşêtNûçe

Meclisa Civakî ya Ermenî cejna Êzî pîroz kir

Meclisa Civakî ya Ermenî bi daxuyaniyekê cejna Êzî pîroz kir û hêviya aramî û ewlehî ji bo hemû gelan re xwest.

Daxuyanî wiha ye:   

Bi boneya hatina cejna Êzî em weke gelê Ermenî gelê Êzdî pîroz dikin û em hêvîdarin ku ev bone bibe wesîleyek ji bo xurtkirina berxwedan û yekkirina helwestan li dijî pilanên komploger yên ku li dijî vîna gelê êzdî tê çêkirin, ji xwedayê mezin dixwazin ku ewlehî û aramî bi taybet li ser gelê me yê êzîdî û li ser hemû gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê bi giştî serwer be.

Her sal û gelê me yê Êzîdî bi kêf û xweşî be     

Back to top button