CivakHemerengManşêt

Li Efrînê 42 hezar şagirt ketine ezmûnan

Şagirtên dibistanên kantona Efrînê di roja xwe ya duyemîn de ezmûnên xwe yên nîvê salê berdewam dikin.

Di çarçoveya kar û xebatên dibistanên fermî yên kantona Efrînê de 42 hezar û 500 şagirtên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî ji duh ve dest bi ezmûnên xwe yên nîvê demsala xwendinê kirine. Di nava şagirtan de 5 hezar şagirt ji pêkhateya Ereb jî beşdarî ezmûnan bûne.

Li kantona Efrînê piştî ku meteryalên perwerdeyê li gorî perwerdehiya civaka demokratîk hatin guhertin ev cara yekemîn e ku ezmûn tên lidarxistin.

Dibistanên seretayî, navîn û amadeyî yên kantonê di 28’ê îlûna 2015’an de bi meteryala xwe ya nû deriyê xwe li pêşiya şagirtan vekirin. Her wiha di 14’ê hizêrana 2015’an de jî yekemîn zanîngeh li kantonê bi navê Zanîngeha Efrînê hate vekirin û di 15’ê cotmeha 2015’an de jî gelek peymangehên pîşeyî hatin vekirin.

Tê payîn ku ezmûnên peymangehan jî di 16’ê çileya 2016’an de bêne lidarxistin û zanîngeha Efrînê jî ezmûnên xwe dê di 20’ê çileya 2016’an de lidar bixe.

(jh)

Back to top button