Nûçe

Konseya Ewropa ji bo Cizîrê bang li Tirkiyê kir

Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewropayê Nils Muiznieks, ji dewleta Tirkiyeyê xwest destûr bide ku çavdêrên serbixwe biçin navçeya Cizîra Botan ku ev bi rojane êrîşên dewletê lê hene.

Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewropayê Nils Muiznieks bibîr xist ku li Cizîra Botan a Bakûrê Kurdistanê ji 4’ê îlonê ve dewletê derketina kolanan qedexe kiriye û xizmetên jiyanî yên wekî tenduristiyê nayên dayîn. Muiznieks  bal kişand ser nuçeyên ku dibêjin ketin û derketina navçeyê hatiye girtin, amûrên ragihandinê hemû hatine astengkirin. Muiznieks, got ku ya ji vê jî zêdetir mirovan aciz dike, îdîayên derbarê êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî sivîlan e.

Muiznieks, anî ziman ku divê rayedar û dadgeh lêkolîn bikin ka operasyonên dewletê yên li navçeyê yasayî ne an na û got: “Li Cizîrê di rewşa heyî de li hemberî mafê mirovan a nufuseke mezin mudaxeleyeke awarte heye. Li hemberî agahîgirtinê tarîkirinek heye û ev jî dibe çavkaniya gumanên mezin.”

Muiznieks, da zanîn ku agahiyên ku rayedarên dewletê parve kirine, têrî baweriya mirovan nakin û xwest ku demildest destur bê dayîn ku di serî de saziyên mafên mirovan û çavdêrên serbixwe biçin Cizîrê. Muiznieks got ew hêvî dike ku rewşa krîzê ya li Cizîrê zû bi dawî bibe.

Ajans

Back to top button