ManşêtNûçePYD

kongirê PYD ê bidawî bû

Kongreya Yekemîn a Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo bi dirşûmeya `Bi vîn û rêxistinkirinê em ê Efrîn rizgar bikin û Sûriyêyek demokratîk nenavendî ava bikin`, hate li dar xistin

Gotina vekirinê ku ji aliyê  hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şahoz Hesen ve hate kirin.

Şahoz Hesen di destpêka axaftina xwede şehîdên şoreşê û têkoşînê bi bîr anî. Şahoz wiha domand: “Me bi hezaran şehîd feda kir, da ku em ji cîhanê re isbat bikin ku fikra neteweya demokratîk, çareseriya rastîn a gelê me û tevahiya Rojhilata Navîn e.”

Hesen wiha berdewam kir: “Ji vê bingehê em teqez dikin, çareseriya tekane ji dozên herêmê re, felsefeya neteweya demokratîk û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.”

Şahoz destnîşan kir ku çareseriyên heyî teng in û ne li gorî gel in. Şahoz diyar kir ku rêjîma Sûriyê hewl dide hişmendiya yek partiyê ji nû ve vegerîne, lê eger rast bûye wê gel serî hilneda. Ji ber wê Şahoz tekez kir ku vegera rewşa Sûriyê mîna berê tiştek nayê qebûlkirin e.

Di dawiyê de Şahoz Hesen bang li hêzên siyasî kir ku tev li tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin.

Piştî bi dawîbûna axaftinan vekiririnê ji aliyê saziyê malbatê şehîdan û kongira star hate kirin û kongir pêroz kirin.

Piştî bi dawî bûna axaftinan  5 kes wek dîwanê kongreyê hatin hilbijartin. Piştre raporên siyasî û rêxistinî yên partiyê û raporên komîteyên partiyê yên navçeyê hatin xwendin û nîqaşkirin.

Di dawiya kongir de 12 endam bi wekheviya di navbera herdu zayendan de wek rêveberiya nû ya partiyê ya Til Hemîsê hatin hilbijartin. Endaman sonda xwarin  dê erkên xwe pêkbînin.

Back to top button