ManşêtNûçe

KCK’ê: Têkoşîn û têkoşîna demokrasiyê wê dawiya faşîzma AKP-MHP’ê bîne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ku bi wesîleya salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya wiha ye:

“Li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pêk hat 21 sal derbas bû. Ev komplo ji bo qira Kurdan bîne, li ser bingehê biratiya gelan pêkhatina demokratîkbûna Rojhilata Navîn asteng bikin pêk hat. Rêber Apo 15’ê Sibatê weke ‘Roja Qirkirina Kurdan’ bi nav dike, bi vê yekê dide nîşandan bê ka têkoşîna li dijî komployê çiqasî girîng e. Bi vê zanabûnê em şehîdên xwe yên bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dijî komploya navneteweyî xelekek ji agir li dorî Rêbertiyê çêkirin bi minet, hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Wan bi şehîdbûna xwe ruhê fedayî yê berxwedanê ya li dijî komploya ku qirkirina Kurdan dikirin hedef, ava kirin. Vî ruhê fedayî kir ku di serî de gerîla, ciwan, jin û hemû gelê me ev bû 21 sal li dijî komplogeran bi hêrs û biryardariyeke mezin li ber xwe didin. Vê berxwedanê hemû armancên komplogeran pûç kir. Ji niha û şûn ve jî wê li dijî komplogeran berxwedan bi israr dewam bike, wê bi teqez komplogeran têk bibin.

KOMPLO NIKARE PÊŞIYA PÊŞKETINAN BIGIRE

Di van 21 salan de Rêber Apo ne tenê bû Rêberê Kurdan, ev yek derbas kir heta gihişte wê astê ku Rêbertiyê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re bike. Rêber Apo bi dahûrandinên xwe, bi rênîşaniyên xwe bûye yek ji nûner û parêzvanên herî mezin ên nirxên civakî yên bi salan hatî avakirin, cihê xwe di dilê her kesê de vekiriye. Di 21 salan de Rêbertiya me mezin bûye, Tevgera Azadiya me mezin bûye, bi jin, mêr, ciwan û kalên xwe ve gelê Kurd bûye sekna demokratîk a mirovahiyê, bûye gelekî xwedî ruhekî azad. Rêber Apo di parêznameya xwe ya yekem a li Îmralî ji bo DMME’yê şandî ya tespîta ‘Komploya dîrokî nikare pêşiya pêşketinan bigire, berovajî rêya wê vedike’ di van 21 salan de bi dehan car piştrast kiriye.

GEL BÛN XWEDÎ ALTERNATÎFA JIYANA NÛ

Rêber Apo bi dahûrandinên xwe yên li Îmraliyê kir ku komplogeran têkçûneke dîrokî bijîn. Sîstema mêtingeriya dewlet a desthilatdar a 5 hezar salî ku netew-dewlet a nûnerê wê yê dawî ye bi dahûrandinên xwe alternatîfê wê derxist holê, bi vê gora modernîteya kapitalîst kola. Êdî sîstema mêtingeriya dewletê ya desthilatdar ji mirinê rizgar nabe. Ji ber ku êdî di destê gelan, kedkar, jinan, ciwanan, ekolojîstan û bi yek pareyî di destê hemû beşên civakê de modernîteya alternatîf a Rêber Apo derxistî holê û li ser vî bingehî sîstema Modernîteya Demokratîk a xwe dispêre civaka bi rêxistinkirî ya ku pêk were, heye. Gel bûye xwedî vebijêrka jiyana civakî, siyasî, aborî û çandî ya ku bê dewlet û mêtingeriyê ye. Dayîna gel a vê vebijêrkê tê wateya tolhilîna Rêber Apo ya ji komplo û komplogeran. Gel wê bi pradîgmaya Rêber Apo derxistî holê û li ser vî bingehî bi xeta sosyalîzma demokratîk a xwe dispêre Konfederalîzma Demokratîk û têkoşîna xwe ya demokrasiyê bê ku rastî astengî û xitimînekê bê, wê bi encam bike. Jin û ciwan wê bi hemû kedkaran re têkoşînê bilind bikin, wê dawiya sîstema dewletperest a mêtinger nêzîk bikin.

BÛ RÊBERÊ ÎDEOLOJÎK Ê JINAN

Çawa ku bi awayekî dîrokî û li gelemperiya cîhanê komploger têk çûn, li Kurdistan û Rojhilata Navîn jî xistiye pêvajoya têkçûnê. Bi pûçkirina armancên komplogeran tenê nemaye, li Kurdistan û Rojhilata Navîn xeta Rêber Apo bi bandor kiriye. Kiriye ku gelên Rojhilata Navîn Rêber Apo weke Rêberê xwe bidin nîşandan. Rêber Apo bi îdeolojiya azadiya jinê ve ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye Rêberê îdeolojîk. Jin bi vê xeta îdeolojîk di sedsala 21’ê de ji niha ve dane nîşandan ku wê bikin sedsala azadiya jinê. Di sala 2019’an de li gelemperiya cîhanê têkoşîna azadiya jinê ya hatî bilindkirin bûye delîlê vê yekê.

WATEYA DESTPÊKIRINA DAGIRKERIYA ROJAVA YA 9’Ê COTMEHÊ

Yên ji xeta demokrasî û azadiya Rêber Apo ditirsin, li dijî yên vê xetê diparêzin dixwazin komployê bidomînin. DYE ya ji bo rêveberên PKK’ê yên li ser xeta Rêbertiyê têkoşînê dikin girtina biryaran ti wateya xwe bi hiqûq, edalet, wijdan û nirxên mirovahiyê re nîne û kirina hedef, îfadeya vê ya herî şênber e. 9’ê Cotmehê ya ku roja yekem a komploya li hember Rêbertiya me ye, di heman rojê de destpêkirina êrîşên dagirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê, nîşaneya herî zelal a dijminahiya dijî xeta îdeolojîk-siyasî ya Rêber Apo ye.

Girankirina tecrîda 21 sal in li ser Rêber Apo tê domandin, encama tirsa komplogeran a ji xeta siyasî ya Rêber Apo tê. Ji ber ku dijminên demokrasî û azadiyê ne, dîsa dixwazin qira Kurdan bînin, tecrîdê giran dikin. Ji vî aliyê xwe ve têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokrasiyê û têkoşîna li dijî tecrîdê ketiye nava hev. Êdî divê têkoşîna li dijî komplogeran, bi vê têkoşîna hişmendiyê bê domandin. Di sala 22’an de bersiva herî baş a ji komplogeran re bê dayîn, xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye ku rakirina tecrîdê dike armanc. Çawa ku demokratîkbûn ji pirsa Kurd cuda nayê nirxandin; têkoşîna li dijî tecrîdê jî ji têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokrasiyê cuda nîn e.

Bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê ya di sala 2019’an de hate birêvebirin, têkoşîna azadî û demokrasiyê gihande asteke girîng. Faşîzma AKP-MHP’ê hate lewazkirin; mercên domandina tecrîdê hatiye lewazkirin. Çawa ku mîna sala 2019’an li dijî tecrîdê têkoşîn û têkoşîna demokrasiyê hate kirin, heman têkoşîn sala 2020’ê jî bê kirin wê dawiya faşîzma AKP-MHP’ê bîne. Yên ku Tirkiye û Rojhilata Navîn xistin nav şer; êdî şansê dirêjkirina temenê tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst ku êrîşî têkoşîna azadiya gelan û hemû hêzên demokrasiyê dikin, nemaye. Mîna hemû dîktatoriyan bi zêdekirina zilmê dawiya xwe nêzîk dike. Li ser vî bingehî, li dijî faşîzma AKP-MHP a diheje û ji bo ku li ser lingan bimîne xwe spartiye polîtîkayên şer û zextê, em hemû gelan û hêzên demokrasiyê ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê, dîsa demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn vedixwînin bilindkirina asta têkoşînê.”

 

Back to top button