ManşêtNûçe

Kampanyayeke Siûdiyê ji bo boykotkirina berhemên Tirkiyê

Piştî ku kanaleke tirkî ya girêdayî Erdogan nexşerêya hegemoya Enqereyê ya 2050`yî weşand, ev hemle hat destpêkirin.

Nexşerêya ku ji aliyên kanala TGRT a tirkî ve hatiye weşandin ku ew girêdayî paymengeheke lêkolînan a Amerîkayê ye, hegemoya dewleta Tirk di 2050`yî de xuya dike ku ji Kazaxistan û Turkmenistanê li rojhilat destpê dike û di Erebîstana Siûdî, Misir re derbas dibe heta digihêje Lîbyayê li rojava, dirêj dibe.

Hemleya boykutkirina Tirkiyê li ser tiwîttera xwe  daxuyaniyeke belav kir û wiha got: “Hemle derbasî zivirîneke girîng dibe û wê neyê qebûlkirin ku dikan bi tu behaneyan kel û pelên Tirkiyê bikirin û bifroşin.

Berpirsên hemleyê diyar kir ku welat û rêveberiya wî xeta sor in nabe kesek dest bideyê û heta ku dan û standinên bi Tirkiyê re bi temam bi dawî nebe, hemleya wan dê berdewam bike.

Nivîskarê siûdî Îbrahîm El-Silêman, serokê berê yê Meclisa Rêveberiya Komeleya Erebistana Siûdî a diranan û kartonîstê navdar ê siûdî Fehid El-Cubêrî piştgiriya hemleyê kir.

Ji Cotmehê ve piştî bangewaziya Eclan El-Eclan serokê Meclisa Odayên Erebistana Siûdî û serokê rêveberiya Odaya Riyadê ya di 2`ê Cotmehê de ku hemû kel û pelên Tirkiyê boykût bikin, hemle derbasî zivirîneke girîng bûye.

Li gorî ajansa Bloombergê ku agahiyên xwe dispêre Desteya Jimariyê(danekirinê-îhsaa) ya Erebistana Siûdî  asta hênanên Erebistana Siûdî ji hilberînên Tirkiyê li gorî sala 2015`an ku 12.74 milyar dolar bû, di sala 2019’an de daket 9,47 mîlyar dolarî.

Li gorî Bloombergê, hênanên Erebistana Siûdî di 8 mehên pêşîn ên 2020’an de gelekî daketin û gihaştin 1,91 mîlyar dolarî, ev yek piştrast dike ku bazirganiya hilberîna Tirkiyê di sûkên Erebistana Siûdî de rawestiya ye.

ANHA

 

Back to top button