ManşêtNûçe

Fernaz Etiya: Dewleta Tirk li ser asta navneteweyî, sponsorê fermî yê terorê ye

Di salvegera 22’yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, komek rewşenbîrên Ereb, di nav de yên ji Misirê li ser bingeheke mirovî, însiyatîfeke erebî ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan da destpêkirin.

Profesora zanistên siyasî û endama însiyatîfê Dr. Fernaz Etiya Ehmed got: “Destpêkirina Însîyatîfa Erebî ji bo piştgiriya azadiya têkoşerê navdar ê Kurd Abdullah Ocalan diviyabû beriya ve ji demeke dirêj ve dest pê bikira, lê dereng me.”

EM NEHEQIYA TIRKIYÊ YA LI DIJÎ OCALAN RED DIKIN’

Fernaz ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku însiyatîfa wan hemwextî însyatîfa navneteweyî ya ji bo piştgiriya azadiya rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û wiha domand: “Me coşa xwe ji vê însiyatîfê girt û pê hesîn ku çiqas piştevaniya me ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan girîng e.  Ji bo wê me ev însiyatîf bi heman armanca însiyatîfa navneteweyî da destpêkirin. Her wiha em neheqiya dewleta Tirk a ku ji dema dîlgirtina wî ve li giraveke tecrîdkirî li ser birêz Abdullaho Ocalan pêk tîne, rewşên ku tê de dîl hatine girtin bi temamî red dikin. Ev yek bi temamî li dijî peymanên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî ye, bi taybet ji ber qedexekirina serdanên malbatê û parêzerên wî, neheqî û zilma li ser wî tê kirin.”

`ARMANCA ME DANASÎNA DOZA KURDÎ Û KESAYETA RÊBER OCALAN E`

Fernaz destnîşan kir ku însiyatîf ne tenê bi armanca danasîna doza kurdî û kesayeta rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî û komploya navneteweyî li ser asta rewşenbîran û lêkolîneran dane destpêkirin, lê belê ew dixwazin erebên ji pêkhate, mezheb û çandên cuda bi vê yekê bidin naskirin.

Fernaz diyar kir ku di çarçoveya firehkirina qada eleqedarên doza rêber Abdullah Ocalan û piştevanên daxwaza serbestberdana wî de dê gelek çalakî li dar kevin da ku destek û piştgiriyên dîtir bi dest bixin.

`ME HETA NIHA 8 HEZAR ÎMZE BERHEV KIRINE`

Farnaz da zanîn ku yek ji encamên însiyatîfê ew e ku heta niha ji bo azadiya Ocalan 8 hezar îmze berhev kirine û da xuyakirin ku kampanya berdewam dike û her roj berfirehtir dibe. Alîgirên azadiya rêber Abdullah Ocalan her ku diçin zêdetir dibin û zelal kir ku dê îmzeyên ji kampanyaya navneteweyî ya ji bo piştgiriya rêber Abdullah Ocalan re werin şandin.

Fernaz Etiye eşkere kir ku yek ji encamên însyatîfê ew bû ku gelek kes di doza kurdî de nezan bûn û ji ber vê yekê endamên kampanyayê karîbûn cîhanê bi vê dozê bidin nasîn û belav bikin û wiha domand: “Girîngiya Însiyatîfa Erebî ji girîngiya Insîyatîfa Navneteweyî ya ji bo piştgiriya Abdullah Ocalan ne kêmtir e. Delîlê herî mezin ê vê yekê jî ew e ku me îmzeyên rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û lêkolîneran li gelek welatên Ereb ên wekî Iraq, Lubnan û yên din berhev kirin.”

DEWLETA TIRK LI ASTA NAVNETEWEYÎ, SPONSORÊ FERMÎ YÊ TERORÊ YE’

Di dawiyê de profesora zanistên siyasî îşaret bi hovîtiya dewleta Tirk a li dijî kurdan, êrişên wê yên li ser Iraq û Sûriyê, dagirkirina herêmên Sûriyê mîna Efrînê kir û wiha got: “Li ser asta navneteweyî dewleta Tirk sponsorê fermî yê terorê ye.”

Back to top button