ManşêtNûçe

Ji bo Şehîd Ferhad Şilbî û hevalên wî sersaxî xwestin 

Şandeyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Yekîtiya Jinên Kurdistanê ji bo sersaxiya Şehîd Ferhad Şiblî serdana Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê kirin.

Şandeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo sersaziya Şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî serdana Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê kirin. Şande ji aliyê Nûnera Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêd ve hate pêşwazîkirn.

Şandeya Mexmûrê ji Endama Meclîsa Îşar Pakistan Mihemed, Endama Şaredariya Wargehê Cemîle Kurtmez, Ruhevîn Efrîn, Seyfedîn Vedeng û Gabar Nas pêk tê.

Şandeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hevxwemiya xwe ji bo şehîdbûna Ferhad Şiblî anî ziman û soza berdewamkirina têkoşîna şehîdan da.

Herwiha bi heman armancê şandeya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya ji Seroka Yekîtina Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman û Endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kinêr Ebdullah pêk dihat, serdana Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê kir.

Di 17’ê Hezîranê de li Kelarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblîli gel 3 hevalên xwe yên din di wesayîta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebarankirin de şehîd bibû.

ROJnews

Back to top button