ManşêtNûçe

Parêzerên rêber Ocalan careke din serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlum Dînç û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzer her hefte du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê, di 22’yê Mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Ceza ya Bursayê dabû. Dadgeriyê di bersiva xwe de gotibû di 12’ê Cotmeha 2021’an de li rêber Ocalan heta 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê Tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn û bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir.

Ji parêzerên rêber Ocalan; Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û di 7’ê Tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Rêber Abdullah Ocalan yekemîn car di 27’ê Nîsana 2020’an de karîbû mafê xwe yê telefonê bi kar anîbû. Ji ber ku fikarên raya giştî yên der heqê rêber Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê Adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye hiştin.

ANHA

Back to top button