ManşêtNûçe

Ji bo rêber Ocalan serî li Konseya Ewropayê dan

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV),  ji bo ku biryarên binpêkirinên mafan ên derbarê “Cezayê girtîgeha heta hetayê ya giran” a ji bo Rêber Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatin dayîn, bi lezgînî bixin rojeva xwe serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan.

Di serlêdana ji bo Komîteya Wezîran hat kirin de, hat diyar kirin ku cezayê muebeta giran a li biryara Öcalan, Kaytan, Gurban û Boltan hatin birîn berevajî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ye û hat xwestin ku ew vê rewşê têxe rojeva hemû civînên xwe yên periyodîk.

Di serlêdana ku di asta saziyan de, yekemîn care ku ji bo Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan tê kirin de, hat destnîşan kirin ku ligel ku cezayê girtîgeha heta hetayê li Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan hatin birin jî, Komîteya Wezîran ev yek nexwist rojeva xwe.

Di serlêdanê de, hat gotin ku 4 rêgezên ku di Hiqûqa Tirk de, li gorî ya DMME’yê nayîn dîtin hene. Ev rêgez wiha hatin rêz kirin; “Daxistina Hiqûqî ya Ceza”, “Di rewşên bi taloke de bi dawîkirina ceza”, “Ceza li ber çavan girtin” û “Daxistina bi Fiîlen a Ceza.”

MAFÊ HÊVIYÊ

Di serlêdanê de, hat aşkerekirin ku li gorî hiqûqa Tirkiyeyê, di biryara cezayê muebetê yê tê dayîn de, şertê ku daxistina hiqûqî ya ceza tuneye û ji bo ku “Mafê Hêviyê” bê dayîn divê mekanîzmayeke cuda hebe.

PÊŞNIYAR

Di dewama serlêdanê de ev pêşniyar hatin kirin:

“Em dixwazin ev rewşa Ocalan, Gurban, Kaytan û Boltan di rojeva hemû civînên heftane û periyodî yên Komîteyê de cih bigirin.

* Em daxwaz dikin ku Komîte di têkiliyên dîplomatîk ên dualî de pirsgirêka serîlêdanê ya têkildar berdewam bike.

* Divê nûnerên endamên komîteyê mijara serîlêdanê jî têxin rojeva xwe û bişopînin.

* Em dixwazin ji Hikumet Tirkiyê Plana Çalakiyê ya derbarê Ocalan de, ji nû de bê xwestin.

* Li gorî prensîbên ku di darazên DMME’yê de hatine destnîşankirin, divê serbestberdana bi şert ji bo hemî hikumxaran bê cudahî di Zagona Tirkiyê de bê pêkanîn.

MA/ Dîren Yurtsever- Mehmet Aslan

ANHA

Back to top button