DaxuyanîManşêtNûçeNûçeyên LezgînXweserî

Îlham Ehmed: Koma Riyadê ne rewa ye

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehemd diyar kir ku eger aliyên rasteqîn ên nûnerên Bakurê Sûriyê ji bo Cinêv- 4 neyên vexwendin ew ê civîn bê encam be û bal kişand ku şandeya Riyadê ne rewa ye û nûnertiya gelê Sûriyê nake.

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehemd derbarê dûrxistina nûnerên Bakurê Sûriyê ji danûstandinên Cinêv- 4 ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku heger nûnerên rasteqîn ên herêmên Bakurê Sûriyê ji bo civîna Cinêvê neyên vexwendin, ew ê biryarên ji vê civînê derkevin li van herêman pêk neyên û neyên qebûlkirin.

Muxalefeta Riyadê ne rewa ye.. Tirkiye Kurdan ji civînê dûr dixe

Hevseroka MSD’ê got ku şandeya Riyadê ya ji bo Cinêvê hatiye vexwendin dema rewatiya xwe derbas bûye û niha vexwendina wan ji bo civînê û amadekirina şandeyekê li ser navê wan ne rewa ye.

Hevseroka MSDʹê Îlham Ehemed derbarê sedema dûrxistina nûnerên Rojava û Bakurê SÛriyê ji civînên Cinvê got: “Car din destê Tirkiyê di amadekirina civînê de heye. Lewra nûnerên ku temsîla rasteqîn a gel û statoya Rojava û Bakurê Sûriyê dikin hatin dûrxistin.”

Amerîka

Li ser pirsa “Hûn li Amerîkayê bûn û we bi hikumeta Amerîkayê re hevdîtin pêk dianîn, helwest û nêrîna wan ji vê civînê û vexwendina nûnerên Bakurê Sûriyê çi bû? ” de, Îlham Ehmed bi van gotinan bersiv da: “Nêrîna Amerîkî ew bû ku divê nûnerên van herêman amade bin û bêyî wan civîn neyê lidarxistin.”

Sponser li çareseriyê nagerin

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed destnîşan kir ku ji bo civîn encam bigire û berhemdar be divê hemû nûnerên gelên Sûriyê bên vexwendin û destnîşan kir ku heger ev yek pêk nehat tê wateya ku welatên sponseriya civînê dikin, naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe. Heseroka MSD`ê Ehmed wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Eger nûnerên rasteqîn neyên vexwendin dê ev civîna Cinêv jî wekî yên berê ku hatin lidarxistin derbasdar bibe.ʺ

Helwesta partiyên siyasî yên Bakurê Sûriyê

Dê sibe partiyên siyasî yên Rojava li ser vê mijarê li bajarê Qamişlo bicivin. Di civînê de dê hemû partî helwesta xwe ji danûstendinên Cinêvê re nîşan bidin û bi daxuyaniyekê bi raya giştî re par ve bikin.

(ne/dc)

Back to top button