ManşêtNûçe

Hêzên siyasî hevserokatiya nû ya partiya me pîroz kirin

Duh roja sêşemê di dîroka 2022-7-5, şandeyek ji hêzên siyasî serdana navenda giştî ya Partiya Yektiya Demokrat PYD li bajarê Qamişlo kir, bi boneya pîrozkirina li dar xistina kongreyê 9emîn û hilbijartina hevserokatiya hevbeş a partiyê.

Şandeya mêvan ji Partiya Pêşverû, nûnerên ji eşîra Omerî, rêxistina Hebûn, Deseteya Kordînasyona Niştimanî pêh hat, hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Asiya Abdûllah û Salih Muslim pêşwaziya wan kirin.

Di destpêkê de hêzên siyasî li dar xistina kongreyê 9emîn û hilbijartina hevserokatiya hevbeş ya nû pîroz kir, tekez kirin ku kongir di şert û mercên hestiyar ku herêm û cîhan bi giştî tê de derbas dibe hat li dar xistin, bi taybet gefên dagirkeriya Tirk ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya.

Her wiha banga pêşketina projeya Rêveberiya Xweser kirin li gorî mekenîzmeya siyaseta demokratîk û berfireh kirina karê dîblomasî û li dar xistina têkiliyan bi aliyên navdewletî, herêmî û civakî.

Di dawiya serdanê de her du aliyan destnîşan kirin li ser berdewamiya têkoşînê heta bidestxistina tevahiya armancan û parastina destkeftiyên gelên me û bidawîkirina dagirkeriyê û avakirina Sûriya demokratîk ne navnednî, û xebat bikin li gorî felsefeya Netewa Demokratîk.

Back to top button