ManşêtNûçe

Girtiyên jin: Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin û çalakî di roja 22’yan de didome. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tarsûs a Mêrsînê tên ragirtin û di greva birçîbûnê de ne, têkildarî mijarê peyamek bi raya giştî re parve kirin û gotin ku kampanya girîng e.

Girtiyan ev peyam parve kirin: “Tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya cihên kurd lê dijîn didome. Dixwazin me hînî jiyaneke bêyî Rêbertiyê bikin lewma dixwazin em tecrîda ku 3 sal in didome bi awayekî asayî bibînin. Bila her kes bizane ku em vê rewşê qebûl nakin û dê her tim li dijî vê li ber xwe bidin.

Polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Dixwazin bêhnê li gelê kurd biçikînin. Kesên ku ev bêhiqûqî afirandin çawa ku her cih veguherandibin tecîda li Îmraliyê, em jî dê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê. Ji ber ku çavkaniya îlhama me Îmrali ye. Weke girtiyên li Tarsûsê, em ê piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya dorveger ku bi daxwaza azadiyê hatiye destpêkirin. Em jî berteka xwe nîşanî tecrîda girankirî, neberdana girtiyên nexweş, şewitandina înfazan û cezayên hucreya yekkesî didin. Banga me ya ji bo malbat û gelê me ev e; bila li dijî van zextan dengê berxwedanê bilindtir bikin.”

Back to top button