ManşêtNûçe

Gelê Kurd û dostên gelê Kurd diçin Parîsê

Di salvegera 10’emîn a şehadeta şoreşgerên jin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Parîsê bi meş û mîtîngan li Parîsê tên bîranîn.

Di çalakiyê de her du komkujiyên li Parîsê tên protestokirin.

Bi hezaran Kurd û dostên gelê Kurd li ber Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ya ku Komkujiya Parîsê pêk hat kom bûn .

Girse wê heta Qada Répûblîqûe bimeşe û piştre wê mîtîngek bê lidarxistin.

Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatin girtin, meşa ji bo protestokirina her du qetlîamên Parîsê wê ji milekî ve û ji 5 kortejan pêk were. Malbatên kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne wê di korteja yekemîn de bimeşin. Di korteja duyemîn de wê nêzî 200 parlamenter, şaredar û endamên meclîsa bajaran ên ji partiyên siyasî, sendîka, nûnerên baroyan û parêzerên serbixwe bi rengên xwe beşdarî çalakiyê bibin. Di korteja sêyemîn de jî  wê komîteya Jin Jiyan Azadî, tevgerên jinên femînîst û rêxistinên din ên jinan bimeşin. Di korteja çaremîn de dostên Kurd ên ji Elmanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre û welatên din ên Ewropayê û di korteja pêncemîn de jî wê gelê Kurd bimeşin. Her wiha li gorî agahiyên ji Komîteya Amadekar hatin girtin, sendîkaya herî mezin a karkeran a Fransayê, Sendîkaya Karkerên Giştî (CGT) wê bi endam, flama û wesayitên xwe di korteja şeşemîn de bimeşin.

Dema meş bigihêje Qada République wê mîtîngek bê lidarxistin. Di mîtînga ku tê plankirin bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê bike de, bi dehan hilbijartiyên Fransî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, nûnerên sendîkayan, parêzer, nûnerên saziyên Kurdan, nûnerên rêxistinên çep ên sosyalîst ên ji Tirkiyeyê wê biaxivin.

Back to top button