ManşêtNûçe

Gelê bajarokê El- Hîşa êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa şermezar dikin

Bi hezaran ji gelên bajarokê El-Hîşe ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê, derketin xwepêşandanek berfireh, roja Çarşemê di dîroka 30 barfanbarê, ji bo şermezar kirina êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wê li ser Eyn Îsayê, û hevkariya Rûsî bi dagirkeriya Tirkiyeyê û êrîşên wê, tekez kirin li ser piştgiriya şêniyan bi berxwedana Eyn Îsa, û Hêzên Sûriya Demokratîk.

Xwepêşandan ji çerxeriya şaredariyê destpêkir heta gihaştina qada Meclisa bajarokê El-Hêşa, bi drûşmeyên ku Hêzên Sûriya Demokrat silav dikin, û tekez dikin li ser piştgiriya wan bi şêniyên Eyn Îsa.

Hinek axaftin hatin kirin di der barê xwepêşandanê, û tekez kir li ser hevkariya Rûsî bi dagirkeriya Tirkiyayê re bi armanca pêkanîna destkeftiyên siyasî û leşkerî ji bo berjewendiyên hikumeta Sûriya li ser hesabê Hêzên Sûriya Demokrat ya ku parastina Eyn Îsa dikin, destnîşa kir ku gelê herêmê ji Hêzên Sûriya Demokrat re bawerin û piştgiriya berxwedana wê dike li hember dagirkeriya Tirkiyayê re.

Her wiha endama Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li kantona Girê Spî Kurdiya Bozan şêwazê ku grantorê ku Rûsiya pêk tîne ji bo bidestxistina destkeftiyên leşkerî ji bo hikumeta Sûriya li ser hisabê bombebarana bajar û kuştina mirovên bêguneh şermezar kir.

Xwepêşandan bi berzkirina drûşmeyên ku Hêzên Sûriya Demokrat û berxwedana gelên navçeya Eyn Îsa silav dikin bi dawî bû.

   

   

Back to top button