DaxuyanîManşêt

Daxuyanî bi boneya Sersala nû

Bi dawîbûna sala heyî ya 2020’an û hatina sala nû 2021’an, em pîrozbahiyên germ pêşkêşî hemû pêkhate û gelên Sûriyê dikin, û em hêvî dikin ku xêr, aştî û hezkirin li tevahî Sûriya û gelên wê çêbibe, û sala nû dê bibe destpêka dawiya karesata Sûrî, ya ku nêzîkî sala 10’an ku gelê Sûrî hîn jî di nava şer de xwînê diherikîne û welat dişewite û çareserî hîn jî nehatiya dîtin û ji ber destwerdana hêzên navneteweyî û herêmî, nemaze dewleta Tirk a dagirker, ku hîn jî tevliheviyê dike û li pêşiya çareseriyên pêşerojê yên têkildarî aloziya Sûriyeyê têkdibe û astengiyan derdixe, û bi hemî îmkaniyên xwe û polîtîkayên dagirkeriyê ên Şovenîst hewl dide ku pêkhateyan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji avakirina pêşeroja wan dûr bixe û pêşîgirtina li beşdarbûna wan di riya bidawîkirina alozî û azarên ku gelê Sûrî ev deh sal in tê de jiyan dikin, di hewlidanek de ku pêvçûn û tundiya li ser axa Sûriya bidomîne di riya afirandina fitneyan û komployan û windabûna ewlehî û aramiyê.

Sala 2020’an tijî bûyarên ku sînaryoyên  mezin ên siyasî, leşkerî û aborî hat guhertin, û em ji van bûyeran bêpar nebûn, ji ber ku tekoşîna me ji bo xizmeta civaka me gavek bilind dît, û armanca me ya stratejîk – rêveberî û endamên partiya me – ew e ku pabendî bikin di riya şehîdên ku canê xwe feda kirin û bingeha azadî, demokrasiyê û biratiya gelan danîn.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de hatina Sersala nû li gelê xwe yê Kurd û li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelê Sûriyê pîroz dikin, em ji gelê xwe re soz didin ku asta tekoşîna xwe bilind bikin da ku hemû hewcedariyên gelê xwe pêk bînin, em soz didin hemû pêkhateyan ku em ê xebata xwe bidomînin û piştgirî bidin projeya neteweya demokrasî û biratiya gelan ku ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk ve tê temsîl kirin, û em ê  bixebitin ku aştî, ewlehî, aramî û demokrasiyê ji bo tevahî gelên Sûriyeyê pêk bînin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Back to top button