HemerengManşêt

Francisco: Dê piştgiriya Emerîka û Firansa ji bo we berdewam be

Birêz Patrice Francisco dostê gelê Kurd û nivîskarê b nav deng a xelata Gonkoh wergitî serkefinên li Rojavayê Kurdistanê bidest ketine berz nirxand û pîroz kir.

Birêz Firancisco got: Ez gelek dilxweşim ku îro ez  li virim li ba we me û beşdarî kongira we bûme, ez di nav mehên dawî de çû bûm Rojava, ez tekoşîna Rojava ya li dijî DIAŞ gelekî baş û serkeftî dinirxînim, lê divê em niha di debarê dema piştî DAIŞ de bifikirin ka wê çi bibe, we li Rojava gelek pêşketinên baş bi dest xistin, we di ware siyasî MSD û QSD damezrand û hun berve Ferderaliya Bakûrê Sûriyê ve diçin ev pêngavên pir girîning, lê heya niha di ware leşkerî de, di warê leşkerî de gef li Rojava û Bakûrê Kurdistanê têne xwarin.

Naskirina Rojava û Bakûrê Sûriyê di ware siyasî û diplomasî de gelekî girînge, ji ber vê yekê di vê demê de her çendê guhatineke di tîp de be jî pêwîstiya we bi hin guhartinan heye, navên we di demên şer bikar hatin anîn, di demên aştiyê nayên bikar anîn. Hun xwedî projeyeke pir başin, di ware demokratîk de û li ser bingeha vê yekê we dostaniya Emerîka, Firansa û hejmarek ji welatin cuda qezenc kir, dê ev yek di demên pêş de jî dewam bike, lê pêwîst bi çend guhartinan heye, ta ku ev pişgirî dewam bike û bi encam bibe û rê li hember her cure destwerdan ji aliyê Tirkiyê û rêjîma Sûriyê bigre. Ez gelekî bi keç û xortên Reqa rizgarkirin dilxweşim, ne tenê bi wan lê bi ew kesin ku siyast dikin jî dilxweşim, xebata we ji pênç salan ve birêve diçe silav dikim û dibêjim aferim ..aferim, çareke din we vedixûnim guhartinê , her çendê ev guharin di warê tîp de be jî.

Ş.M

Ragihanda PYD`ê li Ewrûpa

Back to top button