ManşêtNûçe

Foza Yûsif: Parastina vîna gelê me yê Şengalê erkeke neteweyî ye

Foza Yûsif li dijî hewldanên PDK`ê yên derbasbûna Şengalê bang li gelê Bakur û Rojhilatê kir ku xwedî li gelê Şengalê derbikevin û got: “Ev hewldan encama itifaqên paşverû yên ku çêbûne. Divê gelê me li dijî van planan xwedan helwest be.”

Derbarê vê mijarê de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, ANHA`yê re axivî û got: “Parastina vîna gelê me yê Şengalê erkeke neteweyî ye.”

Foza Yûsif, di serî de êrişên PDK`ê li ser 7 gerîlayên Kurdistanê şermezar kir û got: “Ev êriş destekê dide dewleta Tirk û xizmeta plana qirkirinê ya li ser gelê Kurd dike. Ev êriş dagirkeriya li ser Kurdistanê rewa dike. Ji ber gerîla hêza yekane ye ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk parastinê dike û li dijî qirkirinê li ber xwe dide. Ev êriş li dijî yekitiya neteweyî ye. Perçebûna Kurdistanê erê dike û cesaret dide dijminê gelê Kurd.”

Foza Yûsif, tekildarî hewldanên PDK’ê yên derbasbûna Şengalê, got: “Divê PDK rêz ji vîna Rêveberiya Xweser a Şengalê re bigre. Rêbazên çekdarî wê rê li pêşiya karesateke mezin vedike. Ev hewldanên wiha wê bibe fermaneke nû. Ev hewldan encama itifaqên paşverû yên ku çêbûne ye. Lewma divê em nehêlin ku ev itifaq têkeve meriyetê. Lewma banga me ew e ku divê PDK şaştiyeke wiha stratejîk neke.”

Foza Yûsif, bibîr xist ku di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de gelek şehîd dane û  got: “Em xwe di ber gelê Şengalê de berpirsiyar dibînin. Wek Rojava em dibêjin Şengal ne bi tenê ye. Parastina vîna gelê me yê Şengalê erka neteweyî ye. Êrişên li ser Şengalê êrişên li ser nirxê neteweyî ye. Rojava li hember vê wê bêdeng nemîne.”

BANGA SEFERBERIYÊ

Di dawî de Foza Yûsif, bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li vîna gelê Şengalê xwedî derbikevin û wiha berdewam kir: “Şengal rûmeta gelê Kurd e, çawa gelê Rojava li dijî fermana 2014’an rawestiya, niha jî wê li vîna gelê Şengalê xwedî derbikeve û rê nede fermanên nû. Lewma divê em ji bo Şengal seferber bibin û piştgiriya xwe bidin nîşandan. Divê gelê me li dijî planên qirêj xwedan helwest be.”

Back to top button