DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Em di meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD tiştê ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê der heqê Gierîla pêk anî şermezar dikin, di encamê de 5 leheng ji keç û xortên gelê kurd şehîd ketin. Ew lehengên ku parastina rûmeta gelê me kirin li dijî DAIŞ û dewleta Tirk, hedefgirtina wan ji hêla partiya ku navê kurdî  li xwe dike ew sûce der heqê gelê me her wiha komployeke nû ye û qet nayê qebûl kirin bi tu awayan.

Hêzên gerîla ew mertala ku gelê kurd li her çar parçeyan diparêze, ew canê xwe feda dikin ji bo parastina gelê xwe ji qirkirina ku li ser hatiye ferz kirin. Hedefgirtina wan bi vî awayî ew alîkariye bi dagirkeriya Tirk re û rewakirina tiştê ku Tirkiya pêk tîne li dijî hebûn û nasnameya me.

Weke Partiya Yekîtiya Demokrat em tekez dikin ku em ê li dijî tevahiya komployan bisekinin yên ku gelê me hedef digre, û em li dijî hevkariya Partiya Demokratîk bi Tirkiya disekinin, her wiha li dijî her xebatek ku ji bo qelsbûna refa kurdî kar dike bisekinin, em bang li aliyên kurdî dikin ku bêdeng nemînin li pêşiya kumkujiya ku çend caran der heqê Gerîla pêk hat li ser destê hêzên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanî, rawestandina li dijî vê komployê ew erkeke neteweyî û Kurdistanî ye.

Her wiha hewildanên dawî yê ketina hêzên girdayî PDK ji Şengalê bêyî rêzgirtina Rêveberiya Xweser li Şengalê ew jî parçeyek ji vê komployê ya ku hebûna gelê me hedef digre.

Gelê Şengalê li hemberî 74 fermana hat, û piştî sedê slan ev cara yekemîne derfet bi dest wan dikeve ku xwe bi xwe rêve bibe. Ne qebûl kirina ku gelê Şengalê xwe û hêzên xwe bi rê ve bibe tê wateya qirkirineke nû,

Ji ber vê yekê em weke Yekîtiya Demokratîk bi gelê xwe li Şengalê re disekinin, û em dibînin ku ji mafê wî ye ku parastina rêveberiya xwseriya xwe û hêzên ewlehiya xwe bike, û tiştê ku dikeve milê hêzên Kurdistanî ku pişgirî û alîkariya wî bike.

Em weke gelê rojavayê Kurdistanê dibînin ku parastina destkeftiyên gelê Şengalê ew erkeke neteweyî ye û berpirsyariyek dîrokî ye dikeve li ser milê tevahiya hêzên siyasî li her çar parçeyên ji Kurdistanê, û her êrîşeke li ser Şengalê ew êrîşe li ser hebûna kurdî ye. Em berxwedana gelê xwe li Şengalê silav dikin, tekez dikin ku em ê li gel wan bisekinin û weke ku me parastina Şengal kir ji qirkirina DAIŞê em ê kar bikin ji bo misogeriya maf û xurtkirina rêveberiya wê.

Di dawî de em bang li gelê xwe dikin ku helwesta xwe diyar bikin li dijî komploya ku tê çêkirin ji hêla dewleta Tirk bi alîkariya PDK, her wiha kar bike ji bo têkbirina pilanên xerab ku hebûna gelê kurd û pêşeroja wê armanc dike.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-10-5

Back to top button